Îsraîl roja Duşemê mêvandarîya Elon Musk kir û got ku ew di prensîbê de gihîştine rêketinek jibo bikaranîna peywendîyên Starlink a kompanîya wî SpaceX li Kerta Gazayê.
Seredana karsazê teknolojîyê tê di demekê de ku agirbesta Îsraîl û Hamasê li dar e û ofîsa Musk hîn li ser serdana wî ti şîrove nekirine.
Serokê Îsraîlê Isaac Herzog piştî nîvro bi Musk re hevdîtinek pêk anî. Ofîsa Herzog got ku ewê bi xizmên rehîneyên di destê Hamasê de bicivin û herwiha wê pêdivîya têkoşîna li dijî zêdebûna gotara dijî Cihûyan ya onlaynî gotûbêj bikin.
Ofîsa serokwezîr Benjamin Netanyahu got ku ew dê roja Duşemê bi Musk re bicive da ku li ser alîyên ewlehîyê yên zîrekîya pîşeyî nîqaş bike û gotûbêjeke zindî ya onlayn li dar bixe.
Dema ku ew di 18’ê Îlonê de, li California civîyan, Netanyahu ji Musk xwest ku hevsengîyekê di navbera parastina derbirîna azad û şerê axaftina nefretê de pêk bîne, piştî çend hefteyan ji nakokîyên li dor gotara dijî Cihûyan li ser X – Twitter’a berê.
Meha borî, dema ku şer piştî kuştin û revandina Hamasê li başûrê Îsraîl gur bû, Musk pêşnîyar kir ku Starlink bi kar bîne jibo piştgirîya girêdanên pêwendîyan li Gazaya dorpêçkirî ligel rêxistinên alîkarîyê yên navnetewî yên naskirî.
Wê demê Îsraîlî nerazîbûn û nîşan dan ku Hamas wê Starlink jibo çalakîyên terorîstî bi kar bîne.
Çavkanî: Reuters