Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Musk û Gotûbêjên Ser Nûrêkxistina Hikûmeta Federalî ya Amerîkî


Musk li Qesira Sipî guhdarîya Serok Trump dike (11/02/2025)
Musk li Qesira Sipî guhdarîya Serok Trump dike (11/02/2025)

Ji dema ku dewlemendtirîn karsazê cîhanê Elon Musk piştgîrî daye Donald Trump û bêtir ji 290 mîlyon dolar li ser kempeyna nûhilbijartina wî xerc kirin, nerînên wî li ser rêvebirin û birîna lêçûna hikûmetê tên bihîstin û pêkanîn.

Digel serketina Trump di hilbijartinên seroktîyê de, wezareta nû damezrandî bi navê Ajansa Karîgerîya Hikûmetê (DOGE) bi Musk hat sipartin.

Armanca DOGE’ê kêmkirina qewara hikûmeta federal e û kêmkirina lêçûna hikûmetê ye bi girtina çend ajansan, biçûkkirina wezaretan û kêmkirina karmendên wan. Koşka Sipî û Komarî dibêjin ku DOGE “şerê dijî lêçûna bê berhem” dike.

Niha li Kongresa Amerîkî hinek endam pêşnîyaz dikin ku ew planên DOGE’ê ji alîyê Kongresê ve werin pejirandin, heta ku di çarçoveyê qanûnî de werin cîhanîn. Lê, Demokrat hember desthilata bilinda ku Trump xistîye destê Musk, bertek nîşan didin.

Di sê hefteyên seroktîya Trump de, Musk û tîma DOGE’ ê ev pêngav avêtine:

• Destgihiştina jibo sîstema hestîyar ya darayî ya Wezareta Xezîneyê

• Girtina Ajansa Amerîkî ya Pêşvebirina Navnetewî (USAID) ku alîkarîyên mirovahî ji xelkê hejar yê seranserî cîhanê dabîn dike.

• Pêşnîyaza girtina Wezareta Perwerdeyê û çend sazîyên hikûmeta federalî. Ew dibêjin perwerde erka hikûmetên wîlayetan e.

• Hewilên tund jibo ku hejmara karmendên federalî kêm bikin.

Rexnegorên Musk dibêjin ku ew nehatiye hilbijartin û Kongresê jî posta wî pesend nekiriye. Û kontraktên wî bi Wezareta Berevanîyê re qezenca bi mîlyonên dolaran digihîne kardarîya wî.

Bîrokeya biçûkkirina hikûmeta federalî zûve heye, lê niha reformên dramatîk destpê kirine jibo bicihînana sozên Serok Trump yên dema kempeyna hilbijartina seroktîyê.

Zêdebarî wan rexneyan, Musk û tîma DOGE’ê bawer dikin ku burokrasî rê li pêş karayî û performansa hikûmetê digire.

Di dema kempeyna hilbijartinan de Musk gotibû ku ewê bi wan rêbazan bikarin "bi kêmî ve 2 trîlyon dolaran ji budceya 6.75 trîlyon dolaran paşdest bikin û li ser bernameyên başkirina jîyana gelê Amerîka xerc bikin.

XS
SM
MD
LG