Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Hevpeymanan Pira Çaran ya Bajêrê Mûsil Bombebaran Dikin


Roja Çarşemê hêzên esmanî yên girêdayî hevpemaniya navnetewî ya li dij DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, pira çaran ya bajarê Mûsil bombebaran kir, têkdana vê pirê dê vegûhastinên lojîstîkî yên DAIŞê lawaz bike.

Al-Aamaq ya ku, weke ajansa nûçeyên DAIŞê tê naskirin, herweha berpirsên leşkerê Îraqê dan zanîn ku, pira çaran ya bajarê Mûsil di êrîşa esmanî de hatiye têkşkandin di vê hefitiyê de, ev pira duyane ji aliyê firokên hevpeymanan ve li bajarê Mûsil tê jinavbirin, du pirên din li meha borî hatbûn armanc girtin.

Êrîşên esmanî yên firokên cengê yên hevpeymanan li Mûsil bo ser armancên DAIŞê hevdeme li gel şerên dijwar li pişka rojhilat ya bajarê Mûsil, hêzên Îraqê niha li taxên rojhilatê Mûsil di şerekî dijwar de ne, lê pêşveçûn hêdî dimeşin, jiber peqîn û astengiyên çekdarên DAIŞê di rê de danîne.

Haider Fazil Serfermandarekî hêzên taybet yên Îraqê gote ajansa Associated Press (AP) çekdarên DAIŞê gelek otombîlên bomberkir û êrîşên xwekujî pêkanîne, lê piraniya wan ji aliyê hêzên îraqî û êrîşên esmanî ve, hatine jinav birin berî bigeghin armancên xwe, piraniya van peqînan li taxa Zohur pêkhatine ku hejmareke zêde ya xwecihên sivîl lê dimînin û hêzên îraqî niha li vî taxi hêdî hêdî çekdarên DAIş paşda dibin.

Hejmareka malbatan tevî kîsên naylonî û pêdivyan helgirtine, ji encama şer û êrîşên esmanî ji bajar direvin, li her dera bajêr dengê firoke û bombebaranê tê bihîstin û dûkel bilind dibe, weke AP dibêje.

Bajarê Mûsil sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatbû girtin, roja 17 meha borî operasiyona rizgarkirina bajarê Mûsil hat bû destpêkirin, heta niha gelek taxên bajr hatine rizgarkirin, lê jiber ku, gelek sivîl di bajêr de hene, rizgarkirina bajêr ji çekdarên DAIŞê dê demek dirêj bikêşe.

XS
SM
MD
LG