Hêzên taybet yên Îraqî, tevî êrîşên giran ya hawanan, îro Duşemê pêşedaçûna xwe li enîya rojhilat ya Mûsilê didomînin û dikevin nav gundên herî dawî yên berî bajêr.
Di êrîşa vê sibê de wesayîtên zirxîn, tankên Abrams li nêzî gundê Bazwaya li armancên DAIŞê xistin û firokên koalîsyonê jî bi êrîşên esmanî piştgirî da hêzên bêjeyî.
General Haider Fadhil ragihand ku DAIŞ hewil dide ku bi bombeyên otomobîlî pêşdeçûna hêzên Îraqî rawistîne, lê hêzên ew tenê 3 km ji bajarê Mûsilê dûr in û armanca wan ew e ku îro têkevin nav bajêr.
Karbidestên Îraqî di televîzyona dewletê de li ser operasyonê dipeyîvin û rizgarkirina Mûsilê, ku di 2014an de jiber kêmahîyên artêşa Îaqê ketibû destê DAIŞê, wek şerê rûmetê bi nav dikin
Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên Îraq, pêşmerge û çekdarên Şîa di 17ê Cotmehê de dest bi operasyona Mûsilê kiribû û ji hemî alîyan ber bi bajêr ve nêzîk dibin. Tê çaverê kirin ku operasyon çend hefteyan bidome.