Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD Rejîma Sûrî bi Gurkirina Şerê Navxweyî Tawanbar Kir


Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 11’ê ya Tevgera gelerî ya Sûrîyê komcivînek li bajarî Qamişlo li dar xist.

Di komcivîna MSD’ê de berpirs û nûnerên partîyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, rihsipîyên hoz û êlên herêmê, tevgerên jinan û kesitîyên serbixwe amade bûn.

Endamê Têkilyên Giştî ya MSD’ê, Dr. Hisên Ezam ji Dengê Amerîka re got ku armanca wan ji vê civîna berfireh ew e ku helwesta MSD’ê ji çareserîya sîyasî li Sûrîyê re nîşan bidin.

Di civîna MSD’ê de gelek axaftin hatin dan ji alîyê berpirs û serokên partîyan, ku wan piştrast kir li ser yekrêzîya hewlwsta sîyasî li Bakur û Rojhilata Sûrîyê debarî pirsa çareya sîyasî li Sûrîyê.

Li alîyekî din, Hevseroka MSD’ê Emîna Omer dîyar kir ku rejîma Sûrî welat ber bi şerekî navxweyî de bir û herwiha opozîsyona Sûrî, rêxistinên îslamî û terorê jî şoreş ji rêya wê ya rast derxistin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî bi boneya salvgera 11'an ya tevgera şoreşê li Sûrîyê daxuyanîyek belav kir.

"11 sal di ser destpêkirina tevgera gel a li Sûrîyê re derbaz bûn, hîn jî derî li pêşîya çareserîyên sîyasî girtî ne ku bi beşdarbûna hemû alîyan dikrin dawî li alozîyê werîne. Serhildana 12'ê Adarê û tevgera 15'ê Adarê dîwarê tirsê li Sûrîyê şikenand. Welatîyê Sûrî qebûl nake ku li çargoşeya dûrxistinê vegere. Sûrîyê hêjaye azadî û aramî ye".

ZO_02_16_2022_MSD_11
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG