Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSD Piştgirîya Xwepêşandanên Suwêdayê Dike


Logoya Meclîsa Sûrîya Demokratîk.
Logoya Meclîsa Sûrîya Demokratîk.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) piştgirya xwe ji bo xwepêşandanên gelerî yên ku li bajarê Suwêdayê yê başûrê Sûrîyê nîşan da.

MSD di daxuyanîyeke nivîskî de îro yekşemê got ku ''tevgera gelêrî ya li Suwêdayê diqewime, vejandina şoreşê ye, şoreşeke ku daxwaza jiyaneke birûmet û parastina rûmeta xwe dike.''

Ev bûye çend roj li ser hev ku li parêzgeha Suwêdayê xwepêşandanên dijî hikûmeta Sûrîyê lidar in. Xwepêşandan wekî nerazîbûn ji rewşa aborî destpê kir, lê niha xwepêşander banga guhertina sîyasî jî dikin.

Endamê Desteya Serokatîya MSDê Sîhanok Dîbo ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku li sernaserê Sûrîyê sîstema navendî nayê pejrandin û xwepêşandanên Suwêdayê nîşana vê yekê ne.

''Rûdanên li Suwêdayê nîşana vê yekê ye ku rejîma desthilatdarîyê ya navandî ji aliyê hemû pêkhateyên Sûrîyê ve nayê pejrandin,'' wî got.

Birêz Dîbo di berdewamîya axaftina xwe de tekez kir ku MSD'ê li kêleka tevgera şoreşgerî li Suwêdayê ye û pêşketinên wê derê ji nêzîk ve dişopîne.

"Em weke MSD'ê piştgirîyê didin daxwaz û xwestekên gelê Suwêdayê ku ev bibe pêvajoyeke daxwaza guhertineke demokratîk li Sûrîyê," wî da zanîn.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00
XS
SM
MD
LG