Roja 14ê vê mehê Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Elesed di yekemîn civîna xwe ya bi hikûmeta nû ya Rêjîmê re diyar kir ku niha derfet heye ku Sûrîyê ji pergala navendî ber bi rêvebriya nenavendî de here.
Mecilisa Sûrîya Demoqratîk MSD bersiva serokê rejîma Sûrî bi rêya Daxuyanîkê bersivand.
Serokê Rêjîma Sûrî Beşar Esed gotibû li Sûriyê vegera berî kirîzê ne pêkan e lewra pêdivî bi aktîvkirina yasay107 an heye ya taybet bi rêveberîyên xwcihî.
Endamê Desteya Hevserokatiya MSD ê Sîhanok Dîbo di daxwiyniyekê taybet de bo Dengê Amerîka got axftina serokê rêjîma Sûriyê di derbarê Rêvebriya Xwecihî de li gorî yasaya 107an ew napejrîn in.
Birêz Sîhanok Dîbo got, '' nepêkan e sîstema rêveberiyê li Sûriyê weke berîya 2011an be.''
Li aliyekî din Endamê Desteya Hevserokatiya MSD ê Sîhanok Dîbo destnîşankir ku pêşnîyara rêjîmê li gorî yasaya 107 ne li gorî daxwaza MSD ye, û nayê erêkirin, wî got, ''divê taybetmendîya rêvebirêya xweser were parastin''.
Di 23ê Tebaxa 2011an de, Serokê rejîma Sûriyê Biryara yasaya li jêr Hejmara 107 an de derxist, ku tê de ysaya (Rêvebriya Xwecihî) li sûrîyê sazkir.
Ew yasa li gorî MSD taybetmendîya cihêrengîya sûrîyê naparêze ,û nabe binegha çarasîyasî li sûrîyê.
Hêjayî bi bîrxistinêye ku di danûstendinê di havîna 2018 an navebra MSD û Rêjîmê de, MSD Pêşnîyara Rêjîmê derbarê rewşa deverên desthilatdara HSD ser bingeha yasaya 107 ret kir.
Li gorî hin aghahîyan ku roja duşemê 16 mehê, şandeke ji rêvebirîya xweser berê xwe dan Şama paytext bi vexwendina Rûsîyayê ku gerek din ya dîyaloga bi rêjîmê re bike, lê ev agahî nehat piştraskirin ji alîyê rêvebirîyê de.
Şopîner bawerdikin ku pêşveçûnên dawî li Afganistanê dê bandorê li ser rewşa sûrîyê bike. Û li kolana kurdên sûrîyê bi taybet tirsek heye ku ezmûna Afganistanê li sûrîyê jî dûbare bibe.
Hewlên rêveirîya xweser ber bi çareyên sîyasî bi rêjîma sûrîyê gaveke ji bo kêmkirina bandorên neyênî li pêş çi pêşveçûnên pêşbîn kirî.