Rêvebirîya Saxlemî ya eyaleta New York roja Sêşemê ragihand ku pêketina yekê ya cureya nû ya nexweşîya mpox hate tomar kirin. Lê, Rêvebirîya Saxlemîyê red kir ku li ser bûyerê ti hûrgilîyên din bide bîragiştî.
Bi vê ragihandinê fikarên cîhanî yên ser belavbûna cureya nû ya mpox ku guhertok e û zanist li ser wê zêde ne agahdar in, zêde bûye.
Navenda Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) berê ragihandibû li sê eyaletan: California, Georgia û New Hampshire pêketinên piştrastkirî yên cureya clade Ib.ya nexweşîyê hatibûn dîtin. Lê, CDC gotibû ku her sê bûyer ne girêdayî hevdu ne.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), piştî derketina enfeksîyonê, di Tebaxê de jibo cara duyê di du salên dawî de mpox wek Tengavîya Saxlemîya Giştî ya Asta Cîhanê (Public Health Emergency of International Concern/ PHEC) ragihandibû.
WHO tenê nexweşîyên pir girîng û xeter wek PHEC bi nav dike ku ew jî dikare lêkolîn, darayî û tedbîrên saxlemîya giştî ya navnetewî bilezîne.
Dîsa, ew biryar di hevkarîya jibo kontrolkirina derketinên nexweşîyên wiha de dibe alîkar.
Hêjayî bîrxistinê ye ku vîrusa mpox du sal berê li Komara Demokratîk ya Kongoyê derketibû û dû re li welatên cîran belav bûbû.
Ew nexweşî berê wek pirzika meymûnan dihat zanîn jiber ku cara pêşîn di nava pilûran de hatibû dîtin. Lê, WHO dû re jibo armancên pêşîgirtina wateyên neyînî yên nijadperest û cudakar nav kiribû mpox.
Jêder: Reuters, WHO, AP