Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dê serdana Rûsya û Ukrayna bike.
Reutersê ew agahî ji zarê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand.
Erdogan dîyar kir Çavuşoglu dê roja Çarşemê li Moskowê û roja Pêncşemê jî li Kîevê bi karbidestan re bicive.
Wî da zanîn ku Çavuşoglu dê di serdana her du welatan de bo çêkirina agirbest û aştîyê danûstandinan bike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku wezîrên derve yên Rûsya û Ukrayna hefteya borî li Tirkîyê kom bûbûn, lê di danûstandinan de ti pêşketin çênebûbû.