Dîplomatekî Saudî got ku welîehdê Erebistana Saûdî Mihemed bin Selman roja Duşemê dest bi gera herêmî li Misrê dike û dê piştre biçe Tirkiyê ji bo bihêzkirina peywendiyên herêmî.
Dîplomat got, piştî Qahîrê, mîr Mihemed, serkirdeyê defakto yê Erebistana Saudî, dê biçe Urdunê û ji wir jî biçe Tirkiyê.
Wî got, di gerê de, ew dê "dosyayên herêmî û navdewletî û siberoja hevkariya navdewletî" gotûbêj bikin, û dê rêkeftinên weberhênan û enerjiyê jî bêne îmzekirin.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Înê ragihand ku mîr Mihemed wê di 22ê Hezîranê de serdana Tirkiyê bike.
Piştî kuştina hovane ya Cemal Xaşiqcî ku rexnegirê Erebistana Saudî bû, di hundirê konsulxaneya Saudî ya li Stenbolê de, ku cîhan şok kir û derbeyek giran li peywendiyên di navbera hevrikên herêmî de derxist pêş, ev dê bibe serdana yekem a melekî ya Saudî bo Tirkiyê.
Serdana ku tê piştî serdana Erdogan di meha Nîsanê de bo Erebîstana Saudî, dê xebatên başkirina peywendiyên di navbera her du welatan de îmze bike.
Dîplomatê Erebistana Saudî got ku tê çaverêkirin ku mîr Mihemed "di dawiya Tîrmehê de" serdana Yûnanîstan, Qubrus û Cezayîrê jî bike.
Hikûmeta Erebistana Saudî hîn serdanên dahatû yên mîr Mihemed piştrast nekirine.
Çavkanî: AFP