Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Kuştina Rêberê Baskê Leşkerî yê Hamasê Mihemed Deyf Piştrast Kir


Îsraîlê ev postera tevî wêneyê Rêberê baskê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deyf weşand 1ê Tebaxê 2024
Îsraîlê ev postera tevî wêneyê Rêberê baskê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deyf weşand 1ê Tebaxê 2024

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku rêberê baskê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deyf meha borî li Gaza bi êrîşeke esmanî hatiye kuştin.

Wê artêşê ev daxuyanî rojek li dû kuştina rêberê sîyasî yê Hamasê ragihand.

Li gor daxuyanîyê artêşê, firokê cengê yê Îsraîlê 13’ê Tîrmehê êrîşên esmanî birine ser herêma Xan Yunisê û piştî wan êrîşên îstixbaratê piştrast kiriye ku Mihemed Deyf hatiye kuştin.

Hamasê ser daxuyanîya artêşa Îsraîlê, ku li vê demê rast hat ku li Tehranê jibo rêberê wê yê sîyasî Îsmaîl Hanîyeh merasîm li dar dikeve, ti şirove nekir.

Îsraîl bawer dike ku Deyf yek ji wan plankarên êrîşên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê ye.

Deyf, ku yek ji fîgurên domînant yê Hamasê ye, 30 sal in di astên Hamasê de pêşve diçû û ew bûbû pisporên xetên tunelê û çêkirina bombeyan.

Ew bi salan e di lîsta Îsraîlê de bû ku wê dewletê ew wek berpirsê wan êrîşên xwekujî didît ku di encaman de bi dehan Îsraîlî hatibûn kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG