Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Hîndistanê Modi Serketineke Girîng Dest Dixe


Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi di hilbijartinên giştî de serketineke girîng bi dest xist, piştî ku komîsyona hilbijartinê encama nedawîn ya hilbijartinê eşkere kir.

Çaverê ye partîya Modi, Bharatiya Janata ji 542 kursîyên giştî, 302 kursîyan qezenc bike û piranîya civata jêrîn ya dîsa kontrol bike.

Bi vê serketinê, ji 1984’an vir ve, cara yekê ye ku partîyek di du hilbijartinên ser hev de, bi tena xwe piranî bi dest dixe. Bharatiya Janata di hilbijartina 2014’an de wê partîyê 282 kursî wergirtibûn.

Bi hezaran alîgirên Modi, tevî hebûna birûsk û baranê, demjimerên dirêj li benda wî man û ew li navenda giştî ya Bharatiya Janata bi gulan pêşwazî kirin.

Pisporên sîyasî bal dikşînin ku serketina Modi beşek ji pêla zindîbûna partîyên rastger yên ji Amerîka heta Brezîlya, Îtalya û welatên din e ku piştevanîyeke xurt ji hibijeran werdigirin û di parastina tixubên netewî û kêçeya koçberan de xwedîyê helwesteke tund in.

XS
SM
MD
LG