Her du alî heta ku hevîtin bi dawî werin, naxwazin daxuyanî bibin bîragiştî.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Sekreterê Giştî yê Partîya Çep a Kurd, Mihemedê Musê van hevdîtinên navbera her du civatan dinirxîne.
Birêz Musê ku partîya wî endameke ENKS ye, geşbînîya xwe dîyar dike ku her du alî cudabîrîyên xwe bihêlin alîyekî û ser berjewednîya gel bigehijin rêkeftinekê.
"Kongreya Cenevre jibo gelê Kurd pir girîng e û divê em Kurd, li ser navê xwe, bi şandeyeke hevbeş li wê konferansê amade bibin û rê nedin Lozan'a Didoyan."