Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitsotakis Dibêje Rakirina Herêma Schengenê Pêlên Koçberîyê Nasekinîne


Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis îro Pêncşemê got ku pêlên koçberîyê bi rakirina herêma Schengenê nasekinin.

Mitsotakis ji radyoyeke Yunan re got ku ew nikarin Schengenê bi yekalî rakin û mijarê biavêjin ser dewletên li sînorên derve yên Ewrupa.

Wî dîyar kir ku divê hemî dewletên Ewrupa parastina sînorên xwe yên derve bipejirînin û ‘’lihevkirineke adil’’ çêkin.

Almanya vê hefteyê ragihand ku jibo têkoşîna dijî koçberîya ne qanûnî ewê kontrolên li sînorên xwe xurt bike.

Kontrolên li herêma Schengen ya Ewrupa, ku di eslê xwe de qadeke fireh û serbest ya rêwîtîyê ye, wê 16’ê Îlonê destpê bikin û di destpê de wê 6 mehan bidomin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG