Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura: Rojhilata Helebê Heta Dawîya Salê Dikare bi Tevahî Wêran Be


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê dibêje, rojhilata Helebê ku nêzîkî 275,000 sîvîl lê asê mane, jiber operasyonên leşkerî yên hovane, heta dawîya vê salê bi tevahî dikare wêran be.

Nûnerê taybet Staffan de Mistura û şîretvanê wî yê taybet Jan Egeland îro di preskonferansekê de herwiha bang li gruba El Nusra kir ku bibîne ew çawa dibe sedema rûxandin û malwêranîya sîvîlên li seranser welêt.

De Mistura got ku 1,000 kes biryar li ser çarenivîsa 275,000 sîvîlên li Helebê didin.

Wî rexne li Rûsya jî kir ku bi bombebarana xwe ya pir hêzdar ya ser rojhilata Helebê, sîvîlên ku li wê derê dijîn dixe rewşeke pir xeter.

XS
SM
MD
LG