Wezareta Saxlemî ya Misirê îro Înê ragihand ku li keştîyekê geryanê ya ser Çemê Nîlê, 12 pêketîyên (tûşbûyên) vîrusa korona hatine dîtin.
Televîzyona dewletê ragihand ku gemî ji Luksor diçû bajarê Aswan ya başûrê Misirê.
Heta niha 3 bûyerên vîrusê li Misirê hatibû tomar kirin û yek ji wan piştî dermankirinê bi temamî ji nexweşîyê filitîbû.