Di ketina helîkopterekê de 8 endamên hêza aştîparêz ya pirnetewî li nêzî bajarê Şarm el-Şêx ya Misirê hatine kuştin.
Karbidestên xwecîhî ragihand ku 6 ji kesên kuştî Amerîkî, 1 Fransî û 1 jî Çekî bûn û qurbanî gîş leşker bûn.
Di encama hewilên hawarçûnê de endamekî leşkerîya Amerîkî bi saxî hate filitandin û ew ji nexweşxaneyeke li Îsraîlê re hate veguhastin.
Hin jêderên agahdar ji Reutersê re got ku sedema bûyerê têkçûneke mekanîkî ye.