Wezareta Derve ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku ew jiber sîvîlên Îsraîlî yên Hamasê dîl girtine ketine fikarên kûr.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku sala 2020an dest bi peywendîyên bi Îsraîlê re kiriye, êrîş şermezar kirin û jibo aramîyê banga hewildanên dîplomatîk kir.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Hamas bi êrîşên ser gund û bajarokên Îsraîlê girjîyê gurtir dike.
Wezaretê dîyar kir ku ew jiber nûçeyên ser sîvîlên Îsraîlî yên ji malên wan hatine revandin şok bûne.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî roja Şemîyê jî bi daxuyanîyekê dîyar kiribû ku gurbûn girjîya navbera Îsraîlî û Filistînîyan fikaran çêdike.
Daxuyanîya dawî ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî li gor daxuyanîya berê bi awayekî berbiçav kêmtir bêalî ye.
Jêder: AFP