Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Operasyona Tirkiyê Dê Ber bi Rojhilatê Sûriyê Berdewam Bike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Duşemê li bajarê Enqerê axiftinek kir û di axiftina xwe de got, operasyonên leşkerê Tirkiyê li Sûriyê dê ber bi Rojhilatê ve berdewam bikin , heta hemû bajaran, heta sînorê Îraqê ji çekdarên Kurd paqij dike.

Rojekê piştî artêşa Tirk û grûbên girêdayî wê dest bi ser bajarê Efrînê de girtin, Erdogan li Enqerê got, Tirkiye dê herêmên Minbic, Qamîşlo, Kobanê û Girê Spî jî bigire.

Erdogan dîsan bal kişand ser operasyonên li Bakurê Îraqê û got, Tirkiye dê êrîşan li dij çekdarên Kurd li Bakurê Îraqê pêk bîne, dema Îraq bi xwe bi wî karî nerabe.

Li Minbicê hebûna hêzên Amerîkî tevî hêzên Kurdan YPG û YPJê hene, dema Tirkiye operasyonê li wî bajarî encam bide dê bibe sedema rîzka derketina aloziyên cidî di navber herdu endamên NATO yê de.

Dîsan Kobanê (Ayn al-Arab) bajarê ser sinorê Tirkiyê û xwecihên wê Kurd in, weke sembolek giring ya şerê li dij DAIŞ'ê û grûbên cîhadî tê naskirin.

XS
SM
MD
LG