Li bajarê Qamişlo jîyanek hevbeş, rengîn û piralî hatiye avakirin û di bin sîya wê de çandeke taybet bi vî bajarê ve hatiye afirandin.
Di nav tevna jîyanê wê de ol û netewên wê ketine nav hev û bi hev re hatine hûnandin, jiber vê yekê di berhemên hunermend û nivîskarên wê de ev rastî bi zelalî dîyar dibin.
Yek ji wan hunermendên Qamişlo, ku wan nîşanan di berehmên xwe de dîyar dike, Mihyedîn Sofî ye.
Mihyedîn di sala 1958’an de li Qamişlo ji dayik bûye û ji zaroktîya xwe ve ji nîgarkêşîyê heta muzîkê, bi hunerê mijûl bûye.
Malbata wî jiber rewşa aborî koçî Lubnanê kiriye û ew çend salan li wir jîyane, lê jiber şerê navxweyî li wî welatî ew mecbûr bûne ku vegerin Qamişlo.
Jîyana li Lubnanê gelek bandor li Sofî kiriye û çavê wî bi ser huner û çandê ve baş vekiriye.
Piştî xwendina xwe ya beşê mamostayê, ew li dîbistanên Qamişlo bû mamostayê muzîk û nîgarkêşîyê û gelek xwendekar perwerde kirine.
Sofî herwiha wekî dekorîstê şano di şanoya bajêr de jî kar kir û ew di sala 2017’an de ji Sûrîyê derket û li Almanya bi cîh bû.
Ew ji bilî nîgarkêşîyê, dekor, muzîkê, hunera xwarin û şîranîyê jî dike û rengên cuda cuda pêşkêş dike û li Almanya beşdarê çalakîyên giştî dibe.