Kompanya Microsft ragihand ku hekirên bi hikûmeta Rûsî peywendîdar hewil da ku êrîş bibin ser malperên du rêxistinên rastgir yên Amerîkî.
Microsft got ku hekirên Rûsî dixwazin heta hilbijartinên meha Mijdarê êrîşên xwe yên dijî dezgehên Amerîkî zêde bikin.
Microsoft da zanîn ku pisporên wê karîne pêşî li hewilên kontrolkirina malperên International Republican Institute û Hudson Institute bigirin.
Li gor daxuyanîya Microsft, hekiran xwendevanên wan malperan dişandin navnîşanên sexte da ku nave karîner û peswordên wan bi dest xin.
Demûdest tu daxuyanî ji karbidestên Rûsî li ser îdiaya Microsoft nehatine, lê Moskow îdiayên wî rengî ti car qebûl nake.