Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanerên Amerîkî Daxwaza Lêkolîna Ser Peymana "Mîlyar dolar"an ya di Navbera Microsoft û G42 ya Îmaratî de Dikin


Li gorî ku Wall Street Journal eşkere kir, qanûndanerên Amerîkî daxwaz kirin ku lêkolînek li ser peymaneke bi buhayê 1.5 milyar dolarî di navbera kompanya Amerîkî Microsoft û G42 ya Jîrmendiya Çêkirî (Artificial Intelligenc - Ai) de, ku bingeha wê li Ebû Dabî ye, were kirin, jiber ku tirs heye teknolojîya pêşkeftî ya Amerîkî bihigîje destê Çînê.

Nîsana borî, Microsoft weberhênanek ku qîmeta wê 1,5 milyar dolarin ligel "G42" ragihand, ku serokê kompanya Amerîkî, Brad Smith, ku weke yek ji endamên lijneya rêveberîya "G42" de cî digire.

Herdu Komarîxwazên Meclisa Nûneran, Serokê Komîteya Karûbarên Derve Michael McCaul û Serokê Komîteya Taybet a Partiya Komunîst a Çînê John Moolenaar, di nameyekê de ji Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Jake Sullivan re gotin ku peyman "Ji hejî lêkolîneke hure" wekî yek ji " weberhênanên herî girîng yên ku ji hêla kompanya teknolojiyê ya Amerîkî ve bi dehan salan li Rojhilata Navîn hatine çêkirin."

Wan got ku ew herdu ji "hewldanên lezgîn yên bihêzkirina hevkariyek ku tê de veguhastinek bêhempa ya teknolojiya pir hesas a bi eslê xwe Amerîkî ye bo derve ne rihetin, jiber ku ew bêyî şêwirdarîya Kongresê yan jî datayên zelal hatîye kirin."

Nameya ku roja Pêncşemê bi eşkereyî hate weşandin, li gorî rojnameyê, bal kişand ser danûstandinên vê dawiyê yên di navbera serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nahyan û serokê Chinê Xi Jinping de, ku medyaya fermî ya Chinî got "gotûbêjên li ser hevkariyê di warê Jîrmendiya çêkirî -Ai de hene."

Qanûndaneran ji Encumena Îstixbarata Neteweyî (NIC) xwest ku "her têkiliya di navbera G42 û Chinê de, û her weha xetereyên veguhestina teknolojiya hesas a Amerîkî ji Pekînê re bişopîne."

Microsoft û G42 bersiv nedan daxwazên şîroveya rojnameya Amerîkî.

Li gorî rojnameyê, weberhênana ku Nîsana borî hate ragihandinbikar bîne ku ji çêkirina Microsoft'ê ne.

Meha Gulana borî, Reuters li ser zarê rêveberên Microsoft got ku peymana bi "G42" re "parastina teknolojiya Microsoft'ê û nehiştina karanîna wê ji hêla saziyên Chinî ve û perwerwerdekirina wan li ser hînbûna datayên Ai hatine garantî kirin."

Rêvebiran got ku di bin peymanê de, G42 di heman demê de dê rêgezek "karhênerê xwe nas bike" bişopîne da ku diyar bike ka kî teknolojiya Microsoft bikar tîne, û "dê destûr nede ku kompanyên Çînî wê ji bo perwerdekirina modelên Ai bikar bînin."

XS
SM
MD
LG