Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Giştî Yê HSD'ê Mezlûm Ebdî di Civîna Salane Ya HSD'ê de


Civîna Salane ya Hêzên Sûriya Demokrat
Civîna Salane ya Hêzên Sûriya Demokrat

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di civîna salane ya meclisên leşkerî yên HSD`ê de li bakur û rojhilatê Sûriyê amade bû.

Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de diyar kir ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek astengî û zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha got, "Bi saya ciwanên gel me û hêzên dost, me ev astengî derbas kirin."

Cîvîna Salane ya Hêzên Sûriya Demokrat li Bakur Û Rohjilatê Sûriyê
Cîvîna Salane ya Hêzên Sûriya Demokrat li Bakur Û Rohjilatê Sûriyê

Ebdî destnîşan kir ku hîna xeteriya DAIŞ`ê heye û wiha derbarê metirsiya grûpîn çekdar yên tundrê û DAIŞê axiftina xwe domand û got, "Divê cîhan û şirîkên me yên navneteweyî piştgiriya ku didin me bidomînin da ku em rê li êrişên li dijî herêmên me bigirin."

"Bi saya ciwanên gel me û hêzên dost, me ev astengî derbas kirin."
Mezlûm Ebdê, Fermandarê Giştî Yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê

Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de got, "Di vê pêvajoyê de rêbazên leşkerî tenê têrê nake ku DAIŞ tune bibe. Divê binesaziya wêrankirî were pêşxistin. Divê şert û mercên jiyanê yên şêniyan werin başkirin. Divê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bike da ku DAIŞ bi temamî tune bibe. Ji bo wê divê li ser astên siyasî, civakî û xizmetguzarî piştgirî ji Rêveberiya Xweser re were pêşkêşkirin. Ev beşeke, nayê parçekirina ji bernameya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê."

Ebdî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rêyan bibînin da ku alîkariyan bigihînin herêmê, "Bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan li herêmê ne. Hemû dizanin ku derfeta Rêveberiya Xweser têrê nake ku bi tenê bi vê dosyayê re mijûl bibe. Ji bo pêşxistina rewşa girtîgehan û kampan heta ku ew kes vedigerin welatên xwe, divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide."

"Guhertina demografiyê bê navber berdewam e."
Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî Yê HSDê

Ebdî bal kişand ser guhertina demografiya herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û got, "Guhertina demografiyê bê navber berdewam e."

Ebdî piştrast kir ku divê koçber vegerin warên xwe, her wiha biryara ferzkirina cezayan li ser çekdarên Ehrar El-Şerqiye erênî nirxand.

Ebdî destnîşan kir ku Tirkî rojane agirbestê binpê dike. Her wiha daxuyand ku hevkariya wan a bi hêzên Rûsyayê re ya ji bo parastina agirbestê li sînorên bakur berdewam e.

Em ê saziyên leşkerî pêş bixin
Fermandarê Giştî Yê HSDê Mezlşm Ebdî

Ebdî careke din dubare kir ku HSD`ê amade ye bi hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê çareser bibe re diyalogê bike û wiha dewam kir, "Em bi diyalogê, agirbest, diyaloga sûrî-sûrî, çareseriya siyasî û çareserkirina pirsgirêkên bi hikumeta Şamê re ne. Divê peyama me şaş neyê fêmkirin. Daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî hêzên me nayên qebûlkirin û nakeve xizmeta sûriyan. Ew hêzên me bi îxanetê û parçekirina welêt tawanbar dike. Em ji wan re dibêjin, we ev herêm ji DAIŞ û komên terorîst re hiştin. Hêzên me, yên ku ev herêm rizgar kirin û parastina gel dikin."

Ebdî got ku ew serfiraz e ji ber ku ji Sûriyê ye û wiha domand "Em bi nasnameya xwe ya sûrî serbilind in. Hemû hêzên di bin sîwana QSD`ê de bi vê yek serfiraz in. Di civîna berê de me biryareke girîng girt ku sazûmaniya QSD`ê biguherînin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk û belavbûna koronayê ev biryar û gelek biyarên din nehatin pêkanîn."

Cîvîna Salane ya Hêzên Sûriya Demokrat li Bakur Û Rohjilatê Sûriyê
Cîvîna Salane ya Hêzên Sûriya Demokrat li Bakur Û Rohjilatê Sûriyê

Ebdî di dawiya axaftina xwe de pêwîstiya pêşxistina HSD`ê destnîşan kir û got, "Di vê civînê de em ê hewl bidin gelek biryaran bigirin ku pêkanîna biryarên berê misoger dikin. Em ê saziyên leşkerî pêş bixin, karînên wê zêde bikin, xebatên rêveberî û leşkerî pêş bixin da ku DAIŞ`ê bi temamî tune bikin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û ewlehiyê li Sûriyê bi giştî pêk bînin."

Fermandarê Giştî Yê HSDê General Mezlûm Ebdî Diaxive

Fermandarê Giştî Yê HSDê General Mezlûm Ebdî di Civîna Salane de
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:50 0:00

XS
SM
MD
LG