Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Îro Tevlî ''Meşa Edaletê'' ya CHP'ê Dibe


Ji ''Meşa Edaletê'' ya CHP'ê, roja 17'an
Ji ''Meşa Edaletê'' ya CHP'ê, roja 17'an

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Duşemê ji Kandira tevlî ‘’Meşa Edaletê’ ya Partîya Komarî ya Gel (CHP) dibe.

Meşa ku CHP’ê piştî parlementerê wê Enis Berberoğlu hat girtin, ji Enqerê ber bi Stenbolê da destpê kirin, îro di roja 19’an de didome. Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û alîgirên wî heta niha 315 kîlometre meşîyane.

Buroya Medya ya HDP’ê ragihand ku koma ku ji 12 kes pêk tê ewê ji nêzî Firîngeha Cengîz Topel ya li ser rêka Kandira tevlî meşê bibe.

Hevseroka HDP’ê Serpil Kemalbay, parlementerên wê Celal Dogan, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu, Feleknas Uca, Mîthat Sancar û siyasetvanê derîn Ahmet Turk jî di nav koma meşê de ne.

Koma HDP’ê, berî beşdarî meşê bibe dê li pêş Girtîgeha Kandira, ku Hevseroka Berê yê HDP’ê Fîgen Yuksekdag tê de girtî ye, daxuyanîyekê bide. HDP dê bi pankarta ‘’Jibo Hevserokan Edalet’’ bimeşe.

Hêjayî bîrxistinê ye, Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlementerên wê partîyê girtî ne.

XS
SM
MD
LG