Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Nû yê Îranê jibo Tirkîyê û Rojhilata Navîn Tê Çi Wateyê?


Mesûd Pizişkîyan Serokomarê Nû Hilibjartî yê Îranê
Mesûd Pizişkîyan Serokomarê Nû Hilibjartî yê Îranê

Namzedê reformxwaz Mesûd Pizişkîyan, di gera duyê ya hilbijartina serokomarîyê de % 53 deng girt û bû serokomarê nû yê Îranê.

Pisporên dîplomatîk dîyar dikin ku serkeftina Pizişkîyan jibo Îranê wê bibe destpêka sîyaseteke nerm.

Hatina Pizişkîyan wê li ser têkilîyên Tirkîyê, Dewletên Rojava û Rojhilata Navîn bandoreke çawa vede?

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Doç. Dr. Atay Akdevelîoglu dibêje ku seroktîya Pizişkîyan wê li ser Tirkîyê, herêmê û Rojava rewşeke erênî vede.

“Hilbijartina Pizişkîyan wê di warê sîyaseta navnetewî de bibe sedema kêmkirina girjîyê û wê rewşeke erênî derxe pêş. Têkilîyên Îranê yên bi Amerîka, Tirkîyê û Ewrupa re nermtir be û di nava demeke kin de pêşveçûnên erênî wê di sîyaseta navxweyî û mijarên din de pêk werin.”

Atay Akdevelioglu, Pisporê Têkilîyê Navnetewî
Atay Akdevelioglu, Pisporê Têkilîyê Navnetewî


Akdevelîoglu bi br dixe ku li gor qanûna bingehîn ya Îranê, desthilata serokamarîya Îranê sînordarkirî ye û xwedîyê desthilatîyê dewleta kûr ya Îranê ye.

Hatina Pizişkîyan di nava Kurdan de jî tê gotûbêj kirin jiber ku wî di axaftineke xwe de bi Kurdî gotibû ku, “Bijî Kurdistan, Bijî Îran, Bijî Kîrmanşah!”

Pisporê peywendîyên navnetewî Dr. Mazhar Bagli gotinên Pizişkîyan girîng dibîne.

“Pizişkîyan bi dengê Kurdan, Azerîyan û Farisan hate hilbijartin û wî rêjeyeke girîng ya dengan girt. Ez hatina wî erênî dibînim. Serokomarîya wî li ser Kurdan jî rewşeke baş dîyar dike. Jiber ku wî li Kîrmanşahê di xitabeteke xwe de him Kurdî qise dike û himjî dibêje bijî Kurdistan, bijî Îran. Ev jî dîyar dike ku ew bi hin pirsgirêkan re jî eleqeder e.”

Prof. Dr. Mazhar Bagli, Pisporê Têkilîyê Navnetewî
Prof. Dr. Mazhar Bagli, Pisporê Têkilîyê Navnetewî

Di van salên dawî de bandora sîyaseta Îranê li ser gelek welatên Rojhilata Navîn xwe dîyar dike. Bagli diyar dike ku ger Îran dest ji sîyaseta berê ya firehkirina bandora xwe berde, pêkan e ku li tevahîya herêmê rewşeke nû destpê bike.

Hêjayî bîrxistinê ye piştî ku jina cîwan ya Kurd Jîna Emînî di binçavkirina polîsan de hatibû kuştin, Pazeşkiyan di bernameyeke ser televîzyona dewletê gotibû ku destwerdanên jiber qanûna girtina serê jinan ya mecbûrî jîyanê xirabtir kiriye û divê li ser wê mijarê were rawestandin.

Raporta Enqerê - Şirove Derabrê Serokomarê Nû yê Îranê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00
XS
SM
MD
LG