Cûdahî liser siyasetên penaberiyê li Almanya gefeyê dikin ser paşeroja hevpeymaniya dirêjdema hikûmeta Angela Merkel.
Wezîrê hindur dixwaze xanim Merkel rêbaza “sînorên vekirî” biguhere û welatên dî yên Ewrupa barê giran yê penaberan bi Almanye re hevpar bikin.
Çalakvan Mecîdê Heso dibêje ku ger Xanim Merkel heta dawîya vê mehê guh nede daxwazên wezîrê hindur û ew ji kar derxist, ev hevpeymaniya wan ya 70 salan wê bikeve xeterê.
Heso got ku kuştina 2 keçên Alman bi destê penberan, yek ji wan Kurd bû, yek ji egera ye ku pirsa penaberan li van rojan germ bibe, lê ne egera sereke ye.