Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîkayê Roja Bîranînê ya Leşkerên Cangorî Ye


Dîmenek ji Goristana Leşkerî ta Neteweyî ya Arlington, eyaleta Virginia, Amerîka (Arşîv)
Dîmenek ji Goristana Leşkerî ta Neteweyî ya Arlington, eyaleta Virginia, Amerîka (Arşîv)

Îro li Amerîka Roja Bîranînê ya Leşkerên Cangorî (Memorial Day) ye ku tê de jin û mêrên di leşkerîya Amerîkî de jiyanên xwe ji dest dane yan xizmet kirine, tên bi bîranîn.

Memorial Day, rojek betlaneya fermî ya federalî ye û ji sala 1918'an ve tê pîrozkirin, ku ji bo rêzgirtina fedakarîya leşkerên Amerîkî gelek bernameyên taybet têne darxistin.

Di Roja Bîranînê de, gelek merasîmên fermî yên rezgirtinê têne darxistin, Amerîkî diçin goristanên leşkerî ku ji bo bîranîna cangorîyên şerên berê rêzdarîya xwe nîşan bidin û kulîlkan datînin ser gorên wan.

Li serenserî Amerîkayê ji bo balkişandina fedakarîya wan demjimêr 3 piştnîvro sekna bêdengîyê tê kirin.

Di vê rojê de, xwaringeh û firoşgehên li seranser Amerîkayê yan bi belaşî û yan jî buhayekî erzan xizmet didin malbatên leşkerên cangorî yên Amerîkî.

Memorial Day, li ser bingeha Şerê Navxweyî yê Amerîkî hatîye destnîşan kirin, ku di navbera 1861 û 1865’an de zêdetirî 600 hezar kes hatin kuştin.

Li Amerîka, Memorial Day herwiha wek destpêka demsala havînê jî tî dîtin û di vê rojê de malbat dicivin û diçin serdan û seyranan.

Memorial Day di nava salan de bûye mîna destpêka demsala erzanbûnê jî; gelek kompanî buhayên ji pêdivîyên rojane bigire, cilûberg heya doşekan dadixînin ku rêjaya firotinan gelek bilind dibe.

Jason Redman leşkerê deryayî ya xanenişîn, ku li Îraq û Afganîstanê şer kirîye, sala borî ji AP re got ku ew rûmetê dide hevalên ku wî winda kirine.
Redman sî nav li ser mile daye nivîsandin ku dibêje "jibo rêzdarîya her leşkerê ku min kesane nas dikir ku şehîd bûne."

Ew dixwaze ku Amerîkî di vê Roja Bîranînê de şehîdên xwe ,bi bîr bînin - lê hevdem kêfê jî bikin, bi hişmendîya ku ew zanibin jiyan hatine feda kirin da ku ew xwedî vê betlaneyê bin.

XS
SM
MD
LG