Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parvekirinên Rojnamevan Melek Avci di Medya Civakî de Dibin Sedema Dadgehkirinê


Rojnamevana Jinnews Melek Avcı
Rojnamevana Jinnews Melek Avcı

Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê, îdîanameya derheqê Rojnamevana Jinnews’ê Melek Avci’yê de qebul kir. Serdozgerîya Komarî a Enqerê di îdîanemê de dîyar kiriye ku Avci’yê bi parvekirinên xwe yên ser hesaba xwe ya X’ê propaganda “PKK, KCK, PYD û YPG” kirîyer ku ew rêxistine ji alîyê Tirkîyê ve wek rêxistinên terorî tên pênase kirin.

Serdozger herwiha parvekirinên Avci’yê yên derheqa Dewleta Îslam (DAİŞ) ku ew dibêje Tirkîyê bo rizgarbûna endamên DAİŞ li Surîyê kapmek bombe kirye, suçdar dike.

Tevî ku Jinnews, li Tirkîyê wek awayek fermî hatiye avakirin jî serdozgerîyê ev sazî wek dezgehek Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) şirove kir û xebatên Avci’yê li wê ajansê wek suç wergirtine.

Serdozgerîyê bi giştî 19 parve kirinên Avci’yê hildaye nava dosyayê û bo cezakirina dosya pêşkêşî Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê Kir û pişt re jî dadgehê di 27 Îlonê de îdianame qabul kiriye.

Lê Avci dîyar dike ku ev hemî parvekirinên wê yên hesaba xwe ya X’ê di çarçoveya rojnamevanîyê de kirîye û got ku ew wan tawanan qebul nake.

“A rastî di dema lêpirsînê de polîsan parve kirinên min yên derheqa axaftinên Wêzîrê Derve yê Tirkîyê û Rêxistina Navnetewî ya Dijî Êşkencê (CPT) yê jî pirsîn û gotin ku çima te ev gotine nivîsandin. Ez jî bi van pirsan matmayî mam û min got herin vê pirsê ji wan bikin, yêk wezîrê we ye û ya din sazîyek Yêkitîya Ewrupayê (YE) ye. Ev çawa dibe suç? Pişt re îdianemê de derket ku ew mijar ji nava dosyayê derxistine.”

Wê got ku dema ew li tevahîya îdianemê dinêrre tiştê ku bibe mijara tawan tune û dîyar kir ku wê tenê nûçeyên xwe û ajansa xwe parvekirine û ev jî karê rojnamevanîyê ye.

“Dibêjin çîma we di nûçeyên xwe de wêneyê ala PKK û Abdullah Ocalan parve kirine. Çima te ev nûçe hemî nivîsandine û ser hesaba xwe ya X’ê belev kirine? Çîma hesaba te ji hemî kesa re vekiriye û van nûçeyan hemî kes dixwine.”

Rojnamevan Avci li ser parvekirinê xwe yên derheqa DAÎŞê de jî got ku wê di nivîsa xwe de dîyar kiriye ku DAÎŞ di serî de bo Îraq, Surîye û Tirkîyê xetere ye, lê ev parve kirine jî wek suç hatiye dîtin.

“Polîsan di demê lêpirsînê de ji min pirsîn, çîma te derheqê DAÎŞ de nûçe çêkirye? Min jî got DAÎŞ rêxistinek terorîye û li Tirkîyê xanîyên wan hene û endamên xwe perwerde dikin ev rastîyek mezin e û divê em binivîsîn. Herwiha nûçeyên ser Rojava jî pirsîn û gotin ku çîma tu van nûçeyan çêdikî. ”

Avci bibîr dixwe ku Jinnews bi awayek fermî di sala 2017’an de li Tirkîyê hatiye damezrandin û li Tirkîyê ajansa yêkan a jinan e û ne li dîji qanûna ye.

Şevîn Kaya - Parêzera Avci’yê
Şevîn Kaya - Parêzera Avci’yê


Parêzera Avci’yê Şevîn Kaya dibêje ku li Tirkîyê azadîya raman tenê jibo ragihandina nêzî desthilatê heye û mixabin rojnamevanên din dema nûçeyên dijî berjewendîyên desthilatê çêbikin, dibin armanca dozgeran.

“Em dibînin ku hemî pirsên polîsan û îdîaname ser nûçeyên Melek Avci’yê sekinîye. Em bi rehetî dikarin ku bêjin ku ev parve kirin û nûçe ne suç in. Tenê jiber ku Avci rojnamevanek muxalîf e û tiştên ku nivîsîyî xweşîya desthilatê ne çûye, ev îdîaname hatiye amadekirin.”

Bariş Altunbaş - Hevdîrekdora Komela Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) yê
Bariş Altunbaş - Hevdîrekdora Komela Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) yê


Hevdîrekdora Komela Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) yê Bariş Altunbaş got ku ew bi vê bîryarê matmayî nemane jiber ku di salên 2023 û 2024’an de derheqa 187 rojnamevanan de doz hatiye vekirin û ji van 120 rojnamevan bi îdiaya propaganda terorê hatine suçdar kirin. Altunbaş dibêje ku êdî li Tirkîyê dadwerîya bêalî tune û rêz li hember azadîya raman nayê girtin.

Hêjayî gotinê ye ku rûniştina doza Avci’yê dê di 6’ê Sibata 2025’an de li Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê destpê bike.

Rojnamevan Melek Avcî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:55 0:00
XS
SM
MD
LG