Akter senaryonivîs û komedyakarê Amerîkî Mel Brooks roja Sêşemê di şevbuhêrkeke taybet de li Hollywoodê xelata Oskarê xwe yê duyê wergirt.
Ev şevbuhêrka hunerî 14'emîn ya "Governors Awards", anku "Xelatên Waliyan” bû, ku ser televizyonê nehate weşandin, lê gelek kesên navdar di sînemaya Amerîkî û cîhanî lê amade bûn. Di nav kesên beşdar de Martin Scorsese, Christopher Nolan, Leonardo DiCaprio, Penélope Cruz, Natalie Portman, Bradley Cooper û Jon Batiste cîh girtin.
Di dema wergirtina xelatê de, Brooks got "Ez soz didim ku vê yekê nefiroşim."
Ev Xelatên Governors ji bilî yê Oskarê wek bêhnvedanek ye ji hunermendan re û şansek e ji bo pîrozkirina hin efsaneyên zindî yên xwedan ked di warê sînemayê de. Ji bilî Brooks, Angela Bassett û edîtorê fîlmê Carol Littleton , ku hemî Oskarên rûmetê li Odeya Ray Dolby berhev kirin.
Michelle Satter, rêvebira damezrêner ya Enstîtuya Sundance, Xelata Mirovahî ya Jean Hersholt wergirt.
Cihê vê xelatê tenê çend gavan dûrî cihê ku Xelatên Akademiyê ye ku wê di Adarê de werin lidarxistin.
Êvara xelatê him bi ken û him jî bi hêsiran bû, bi rêzgirtina ji dil ji rêzdaran re. Herwiha, diyarkirina hest û xemên trajîk derbarê bûyerên vê dawiyê li cîhanê.
Akter Matthew Broderick û Nathan Lane bi Brooks stiranek stran û ji kesên li wir xwestin ku beşdarî stirana "Springtime for Hitler" bibin.
Çalakiya salane ji hêla komîteya Rêvebir ya Akademîya Huner û Zanistên Sînemayê ve tê saz kirin da ku beşdariyên pêşbirka serkeftinên di sînemayê de bên naskirin. Ew berê beşek e ji televîzyona Oskar bû, lê di sala 2009'an de bû çalakiyeke serbixwe.
Dema vê xelatê ji roja xwe ya nîşankrî di Mijdarê de dereng mabû ji ber grevê ya lîstikvanan û kêşeyên wan bi kompaniyên Sînema re li Hollywoodê.
Dengdana ji bo 96emîn Xelatên Oskarê roja Pêncşemê destpê dike û wê namzed di 23'ê Çileyê de ji bo merasîma 10'ê Adarê bên destmîşankirin.
Jêder: AP