Kupaya Cîhanî ya Futbolê, ku nêzîkî meheke vir ve, li Efrîqaya Başûr didome, îro bi lîstina dawî ya diqede. Lîstina fînalê li navbêra Hollanda û Îspanya tê lîstin û her du tîm jî heta niha Kupaya Cîhanî qezenc nekirine.
Li ser ve yekê, hevkarê me Robin Reşvan bi futbolîstê berê yê Galatasaray û Gaziantepsorê Mehmet Gonulaçar re hevpeyvîneke kiriye.
Gonulaçarê ku di televîzyona TRT 6 ya kurdî de bernameyeke futbolê rêve dibe, dibêje bi dîtina wî Îspanya dê Kupaya Cîhanî qezenc bike.
Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka jorîn bitikînin.