Li Herêma Kurdistana Îraqê taybetmendiyek xwe ya jinên rojnmager û mediyakar heye, ew taybetmendî di çendîn qonaxên hesas re derbas dibe.
Di dîroka nû ya Herêma Kurdistanê de dikare qonaxa serhildana gel ya bihara 1991'ê weke qonaxeke cûdakar ji salên 1980'an û 1970'an destnîşan bibe.
Qonaxa din ji sala 2003'ê dema bi alîkariya Amerîka û hevpeymanan, Îraqî karîn rejîmma Sedam Husên ji nav bibin, heya 2013'an û êrîşên DAIŞê bo ser herêmê û kontrolkirina deverên berfireh ji Îraq û Sûriyê.
Qonaxa dawî jî, qonaxa xurtbûna platformên mediya civakî û damezrandina çendîn kenalên TV û portal û mediya serbixwe û ya opozisyon di van 15- 20 salên dawî de.
Helbet her qonaxekê ji wan pêwîstî bi lêkolînên meydanî û lêgerînên zanistî heye jibo ku rolê jinan di wan hemû qonaxan de bi zelalî bihê dîtin.
Mediya opozisyon û ya Serbixwe ji sala 1991'ê û bi taybet jî sala 1992ê piştî yekemîn hilbijartin û damezrandina Parlamena Herêma Kurdistanê mil bi milê mediya hizbî û desthilatê kete di nava liv û tevgerê de, binpêkirinên herî zêde di wan 30-33 salan de para mezin ya karmend û rojnamevanên opozisyonê û mediya serbixwe bûn.
Piştî ku gelek saziyên azadiya ramanê, azadiya rojnamegerî, saziyên mafên mirov û yên navnetewî hebûna wan li Herêma Kurdistanê zêde bû, pitir ronahî kete ser çewsandin, binpêkirina mafên rojnamegran û heta kuştina hejmarek nekêm ya rojnamevanan, helbet mediyakarên jin jî, ji wan binpêkirinan bê par neman, di wan çendîn salan de gelek jin bûne qurbanên destdirêjiya seksî, bêzarkirin, tehdîd û reşkirina nav û kestiya wan di civakê de, gelek jinên rojnameger yên bêtawan bûne qurbana pêşbazî û hevrikiya hizbî.
Di salên dawiyê de derheqî gef û binpêkirina mafên jinên rojnamekar di mediya civakî de gelek zêde bû heta ku gelek jinên mediyakar dest ji karên xwe berdan.
Li ser mafê mediyakarên jin gelek kar û lêkolîn hatine kirin, bi sedan semînar hatine dan, pirtûk hatine çapkirin û konferans hatine encam dan, yek ji saziyên ku mohra xwe li wan çalakiyan daye û rolê mediyakarên jin û regezê mê zelal kirîye Senterê Metro yê berevanîkirina ji mafên medyakaran e.
Di vê nivîsê de derbarê astengî û zehmetiyên herî zêde yên ku dikevin di rêya medyakarên jin de li Herêma Kurdistanê me ji pisporan pirsî.
Astengiyên weke destavêtina seksî, cûdahiya wergirtina diravî ya mûçe û xelatkirinê, wezîfedarkirina li ser bingehên ne dadwer, wekî xatirane, malbatî, bedewî, zordestiya mêr û malbatê, rexne û çewsandina civakî, bê parbûna ji mafê bînvedana di dema zarokbûnê de û gelek xalên din.
Rapirsî û Lêkolînên Taybet Ser Binpêkirina Mafên Jinên Medyakar
Di van du salên borî de Hejan Xalid Lêkolera Xwebexş li Senterê Metro li Silêmaniyê û mamostaya Peymangeha Kurdistan ya Teknîkî, rapirsîn û lêkolînên taybet derbarê rolê jinên mediyakar de nivîsîne wê bi data û horgilî behsa wan hemî astengî û pirsgirêk û binpêkirinan kirîye yên ku medyakarên jin li Herêma Kurdistanê rast hatine ew dibêje, "Min weke Lêkolera xwebexş li senterê metro, rapirsiyek derbarê astengiyên li hember jinên Rojnamenivîs li Herêma Kurdistanê encam da, di wê rapirsiyê de çend mijar hebûn, 92 endamên jin yên ku li saziyên Medyayî li Herêma Kurdistnaê kar dikin beşdar bûn."
Xanim Hejna dide zanîn ku di encama rapirsiyê de du xalên giring derketên pêş ku astengiyên herî li pêş bûn li hember jinên medyakar.
Hejan wan cûdahî û astengiyan weha dinirxîne ku cûdakariyek mezin di navbera regezê jin û yê zilam de hey derbarê mûçe, xelatkirin û postên bilind ku lîderî ye, ku her tim jin ji zilaman kêmtir hatine dîtin û ne gihane post û pileyên bilind.
Xanim Hejan dibêje "Eger karkirina rojnamegerî li Herêma Kurdistanê giran û bi zehmet be bo jinan du qat giran û zehmettire."
Hejan dibêje, xala din ya di rapirsiyê de derket pêş xala "Çavtirsandin, Harasekirin (Harassment)a jinane di saziyên ku tê de kar dikin, ew rastî gelek şêwazên çavtirsandinê tên, bi taybet yên ku derdikevin û karê meydanî dikin."
Hejan Xalid di gotinên xwe de balê dikişîne ser gelek astengiyên din yên weke mandila kirina jinan bo postên bilind, beşdariya di astê bilind yên jorên nûçeyan de, biryardan û herweha kêmasiya baş pewerde nekirina jinan ji aliyê teknîkî ve.
Sendîka Rojnamevanan û Çalakiyên Nehiştina Cûdakariyên Regezî (Gender)
Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê, ku birêz Azad Hamedemîn niha Serokê wê ye û navenda wê li bajarê Hewlêrê ye dide zanîn ku rolê jinên mediyakar roj bi roj li Herêmê geştir dibe, her çende astengî û kêmasî hene, lê sendîka wan bi alîkariya saziyên navnetewî giringiyek mezin daye jinên mediyakar, ji perwerdeya zanista rojnamegerî bigre heta pirsên teknîkî û lîderiyê.
Azad Hamedemîn dibêje, aliyê qelsiya regezê jin ewe ku di lîderiyê de heta niha gelek nehatîye pêş lê vê dawiyê jinek Kurd kete di nava desteya Fedrasyona Cîhanî ya Rojnamegeran de:
"Em weke Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê heta astekê me hewlên baş dane ku lîderî bikeve destê jinên medyakar û serkirdayetî di destê jinan de be".
Jibo bilindkirina rolê jinên medyakar dê 22'ê Nîsana îsal li bîranîna roja rojnamegeriya Kurdî Kongireya Cender ya Jinên rojnameger li Hewlêr were li dar xistin, ev jî piştî wê hewildanê tê dema sala par di kongreya IFG ya navnetewî de, endameke jin ya Sendîka rojnamevanên Kurd bû endama Cender ya Cihanî weke nûnera "Rojhilata Navîn" di fedrasyona rojnamevanên cîhanî de, zêdebarî vê jî di sendîka rojnamevanan de komîteya taybet ya jinan heye, dem bi dem raport û çalakiyên xwe belav dikin, Azad got.
Azad bal kişand ser karê Sendîka rojnamevan û binpêkirinên derheqê mafên jinên rojnamevan de, wî got ku "Ev du sale sendîka raporta datayên binpêkirinên li dij jinên medyakar diweşîne."
Raporta îsal ya Sendîkayê bi navnîşana"Na jibo cûdakariya li ser bingeha regez û cênderiyê."bû.
Azad got ku raporta rêxistina wan behsa wan hemî binpêkirin û astengiyan dike yên weke teşqeleyên seksî, cûdakariya regezî yên ku rojnamegerên jin rast hatine li hemî sazî û dezgayên ragihandinê li Herêma Kurdistanê.
Yasayên Rojnamegeriyê yên Parlamena Herêma Kurdistanê û Kar Pê Nekirin
Xanima Rojnamevan Viyan Ebas Seroka Sendîka Rojnamevanên parêzgeha Duhok balê dikişîne ser pirsgirêka 'Zehmetiya gihiştina Pêzanînan.'
Li Herêma Kurdistanê rojnamevan bi giştî nikarin derbarê bûyeran pêşanînan ji saziyên desthilatê werbigre.
Viyan dibîje, lê yasya parlamena Herêma Kurdistanê "yasayek baş û destdayî heye, di warê gihiştina pêzanînan de, ku mixabin heta niha kar li ser wê yasayê nehatîye kirin ku bihê cibicî kirin da ku Rojnamevan bi temamî bikarin bê cûdahî xwe bigehînin pêzanînan" û saziyên desthilatê rê bidin rojnamevan li ser bûyeran pêzanînan bidest bixin.
Viyan Ebas dide zanîn ku sedema heta niha aliyên têkildar rê nedane bû cibîcî kirina wê yasayê "Xemsarîyeke" jiber ku ew yasa "Gele..gelek giringe," bikeve di qonaxa cibicîkrinê de.
Viyan Ebas li ser data û rêjeya jinên rojnamevan li Herêma Kurdistanê radiweste û dibêje ku her çende serhejmarek yan statistîkeke fermî derbarê hejmara jinên rojnamevan tuneye, lê dibe ku rêjeya jinên medyakar li Herêma Kurdistanê nêzî 40 – 50% be.
Derbarê bînvedana jinên medyakar di dema zarokbûnê de, xanim Viyan dibêje li ser wê saziyê û wê girêbestê radiweste ya ku ew keç yan jina medyakar îmze dike, lê pirsgirêk ewe dema ku jina medyakar di dema salekê de destûra bîhnvedanê zarokbûnê wergire, wî çaxî dê karîgeriyê li ser wê jinê bike, jiber ku dema salekê ji medyayê dûrket yan ji dengûbas û pêzanînan dûrbû dê karîgerî li ser pîşeya wê hebe.
Sîstem Berpirse ji Binpêkirinên li Dij Jinên Medyakar
Çalakvan û berevankara mafê jinan li Swêd Niyaz Ebdullah, derbarê pirsgirêk û astengî û binpêkirinên derheqê jinên rojnamevan de dibêje, "sistem bi xwe ji wan binpêkirinan berpirse", jiber ku her saziyek yan dezgayeke ragihandinê siyaseta xwe ya taybet heye jibo rêzgirina li jinê û karê wê.
Xanim Ebdullah hin mînakan dide weke saziya Aryan TV ku rê nade jin were çewsandin yan mafê wê were binpêkirin û dibêje "Tiştê ku karîgerî heye li ser jina medyakar û biçûkxistina jinê sîsteme."
Nezîr Alî, ku rojnamevane li bajarê Duhok û ligel gelek saziyên ragihandinê li Herêma Kurdistanê kar kirîye, rewşa heyî ya derbarê rojnamevanên jin li herêmê bi giştî û parêzgeha Duhok bi taybetî rexne dike û dibêje"Saziyên ragihandinê yên serbixwe û hizbî bi dirêjahiya 30 salan bûne sedem ku rojnamegerî bi giştî ya lawaz be û rojnamevanekî lawaz, rojnamenivîsekê napîşeyî hebe bi taybet jibo keç û jinan."
Birêz Nezîr Alî herwiha dibêje "Saziyên heyî yên ragihandinê dezgayên hizbîne, keç û jinê weke makyaj tê karanîn." Ew kesayetiyeke bihêz ya keç û jinan naxwazin, ew dixwazin tenê rojnamevanên keç û jin bo ciwankirina ekranê hebin, ne zêdetir," Nezîr dibêje.
Nifşê Nû yê Keç û Jinên Medyakar
Tê têbînî kirin ku hejmareke zêde ya keçên ciwan di saziyên mediyayê de li Herêma Kurdistanê dest bi karê rojnamegeriyê kirine bi taybet bo medya civakî û saziyên ku Online weşanê dikin, yek ji wan Jîman Saîd e, Keça Ciwan ya rojnamevan li parêzgeha Duhok ku Sernivîsera Viya Medya ye, dibêje "Astengiya herî xerab li hember keç û jinên medyakar karînana wan meddyakarane, ku sazî wan bikar tîne da karekî jê re bikin, hêvîdarim ev astengî nemîne, keç dikarin xwe biparêzin û berevaniyê ji keremata xwe bikin lê divê dezgehên medyayî alîkar bin û wan bikar neyînin."
Jîman gilî dike dibêje "Jibo wezîfedarkirinê jin yan keç bo TV yan û saziyên medyayê ne li gor background yan şiyan û îmkanê ye, belkî li gor xweşikbûn û bedewiyê tên hilbijartin û wezîfedarkirin."
Medyakara serbest ya Keç Evîn Mecîd ku ew jî keçeke ciwan ya medyakare, li bajarê Duhokê ye, dibêje, li parêzgeha wan gelek keçên xwedî şiyan hene û dikarin tiştê baş bikin.
Evîn derbarê hilbijartina keç û jinên medyakar bo karkirina di saziyên medyayî de rexne dike û hevraye ligel hevpîşeya xwe Jîman ê û dibêje, "pirraniya wan saziyan li ser bingeha xweşikbûn û bedewiya keçan yan jinan wan wezîfedar dikin."
Herwiha Evîn dibêje, jibo xweparastina keç û jinên di mediyayê de kar dikin li ser şexsiyeta û bawerî bi xwebûnê radiweste "Keçan eger şarezayî di karê xwe de hebe, heza karî û tecrûbe hebe, û kerameta xwe biparêze rastî astengiyan nayê."
Herwiha Rêjîn Ahmed keça rojnamevan ku jibo WAAR TV kar dike dibêje "Her karek rojnamevanî çi jibo rezgê nêr yan yê mê astengiyên xwe hene û bi zehmete, li herêma Kurdistanê bi giştî û li parêzgeha Duhok bi taybetî."
Rêjîn weha dibîne ku gelek weha hizir dikin ku keç yan jina rojnamevan dema karekî bidest dixe ew bi rêya xweşkbûn, bedewî yan tiştên din gihaye wê pileyê "Lê ew nizanin ku wê keçê yan wê jinê gelek zehmetî dîtine, gelek qurbanî dîtine heta gihiştî."
Rêjîn dibêje, gelek medyakarên jin bûn stêrk, rastî destdirêjya seksî û axiftin û weke din bûne "Lê divê keç û jinên medyakar wan astengiyan weke derece - bazber bikar bîne jibo xwe bigihîne serketinê û pileyên bilindtir."