Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev Dibêje Rûsya Dikare Çekên Navokî Bixebitîne


Russia Military Medvedev
Russia Military Medvedev

Serokê berê yê Rûsya Dmirry Medvedev îro Pêncşemê dîyar kir ku ew dikarin çekên navokî bixebitînin.

Cîgirê Serokê Civata Ewlekarî ya Rûsya Dmitry Medvedev da zanîn ku ewê çekan bo parastina wan herêmên bi kar bînîn ku ji destê Ukrayna hatine sitandin.

Medvedev dîyar kir ku ewê li wan herêman referandum çêbe û êdî veger tune ye.

Wî da zanîn divê welatên Rojava û welatîyên dewletên NATO êdî fêm bikin ku Rûsya rêka xwe bijartiye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin do Çarşemê seferberlîga qismî ragihandibû.

Rûsya ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve ev cara pêşî ye ku seferberlîgê radigihîne.

XS
SM
MD
LG