Rêberên neh welatên endamên Yekîtîya Ewrupî yên li herêma Deryaya Sipî, ku wek MED9 tê zanîn, roja Înê banga agirbesteke lezgîn kir.
"Di nav siberoja pevçûnên li Gazayê de em jiber gurbûna pevçûna leşkerî ya navbera Îsraîl û Hizbullahê xemgînîya xwe ya mezin dîyar dikin. Em li seranserê Xeta Şîn li Lubnanê li hêvîya agirbesteke demûdest in û şandina alîkarîyên mirovahî yên di demeke guncaw de dixwazin."
Hêjayî balkişandinê ye ku Kom MED9 ji Fransa, Îspanya, Îtalya, Kroatya (Hirvatistan), Malta, Portekîz, Slovenya, Qibris û Yunanistan pêk tê.
Pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê berî salekê destpê kir, piştî ku Hizbullah jibo piştgirîya Hamasê dest bi avêtina roketan li bakurê Îsraîlê kiribû.
Şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê di hefteyên dawî de gurtir bûye û Îsraîl li başûrê Lubnanê, li taxên başûrê Beyrutê û Gelîyê Bekaayê bombebaranan pêk tîne. Îsraîl herwiha li başûrê Lubnanê jî operasyonên bejayî didomîne û Hizbullah ji bi şandina roketên li nava kûrahîya axa Îsraîlê bersîvdanê dide.
Bi alîyekî din ve, Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li li Lubnanê (UNIFIL) îro Înê ragihand ku piştî du peqînan li nêzî birca çavdêrîyê li başûrê Lubnanê de, 2 leşkerên aştîparêz birîndar bûne.
Jêder: Reuters