Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Cuma: Divê Amerîka û Ewropa Sîyaseta Sûrîyê Biguherin


Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Sekreterê Partîya Azadî (şaxê Mistefa Cuma) daxuyanîyên Cîgirê Serokê CIA dinirxîne ku do Çarşemê Sûrîyê wek gefa herî mezin ya dijî Amerîka nav kiribû.

Birêz Cuma dibêje, jiber ku Amerîka û Ewropa piştgirî nedan hêzên laîk û sekulêr, "Şoreşa Sûrîyê" dikeve destê tundrêyan û ew tundrê jî êrîşî Kurdan dikin.

Mistefa Cuma bang li welatên mezin dike ku ji sîyaseta xwe ya şaş vegere û rê li ber pêkhatîyên almanî/laîk û demokrat yên wek Artêşa Azad veke û alîkarî bide wan.

Cuma îdîayên PYD red dike ku endamên partîya wî bi Artêşa Azad û komên çekdar yîên radîkal dijî Kurdan şer kiriye.

"PYD derewan dike û îftira davêje ser me.Jiber ku em partîyeke bi hêz in, ji me eciz e û her dem neyartîya me dike."

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin


please wait

No media source currently available

0:00 0:11:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG