Nûnerê taybet yê Amerîkî yê koalîsyona dijî DAIŞ’ê, Brett McGurk îro do bernameyeke televîzyona CBS de got ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) 60 ji sedê bajarê Reqa rizgar kiriye.
McGurk da zanîn ku şerên dijwar li Reqa didomin û şervanên HSD’ê avahi bi avahi pêşve diherin.
Wek bersîva rexneyên ser rewşa sîvîlan, McGurk dibêje ku rêya herî baş ya rizgarkirina sîvîlan têkbirina DAIŞ’ê ye.
“Sîvîlên ku ji Reqa revîne, hemî tên deverên bin kontrola hevkara me HSD’ê. Ew ji me re dibêjin ku divê DAIŞ were kirin da ku sîvîl rizgar bin jiber ku wan wek mertala zindî bi kar tînin.”
McGurk dîyar dike ku nexweşxaneya zarokan ya Reqa ji hêla DAIŞ’ê ve, wek navenda operasyonê tê xebitandin û zararê herî mezin ji DAIŞ’ê digiheje sîvîlan.
Wezareta Derve ya Amerîkî dibêje ku DAIŞ’ê 78 ji sedê deverên bin kontrola xwe li Îraqê û 58 ji sedê li Sûrîyê hinda kirine û dora yek ji sê wê pêşketinê di şeş mehên dawî de pêk htine.
Hun dikanin hevpeyvîna CBS ya ligel McGurk ji vê lînkê temaşe bikin: https://www.cbsnews.com/videos/u-s-special-envoy-on-defeating-isis-propaganda-video-of-boy-from-america/