Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McGurk û Kazimî Îro li Bexda Hevdîtinek Kir


Brett McGurk, Kordînatorê Civata Ewlekarîya Netewî ya Amerîka yê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur îro li Bexda bi Serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî re hevdîtinek kir.

Ofîsa Kazimî ragihand ku di hevdîtinê de Dîyaloga Stratejîk ya Amerîkî û Îraqî û vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê bi firehî hatin nirxandin.

Cara yekê ye ku karbidestên ji rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden seredana Îraqê dikin.

Li ber e şandeya Amerîkî piştî Îraqê here Erebistana Saudî û Mêrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Di şandeya Amerîkî de xencî McGurk, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkî yê jibo Rojhilata Navîn Joey Hood, Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn ya Pentagonê, Dana Stroul û Şîretvanê Wezareta Derve Derek Chollet cîh digirin.

XS
SM
MD
LG