Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran ya Amerîkî Dawî li Seroktîya Kevin McCarthy Anî


Civata Nûneran ya Amerîkî îro Sêşemê bi dengdanekê biryar da ku dawî li seroktîya Kevin McCarthy yê Komarî bîne ku di nava pirtir ji 100 salan de, cara yekê tiştekî wiha çêbû.

Endamê Civata Nûneran yê Komarî Matt Gaetz ku nûnertîya eyaleta Florida dike, pêşengîya prosesa dengdanê kir ku McCarthy ji posta xwe were dûrxistin.

Di dengdanê de bi 218 beramber 208 dengan pêşnîyara Gaetz ya dûrxistina McCarthy ji oposta seroktîyê hate pejirandin.

Piştre McCarthy bi 216 dengên erê beramber 210 dengên ji seroktîya Civata Nûneran ya Amerîkî hate dûrxistin.

Hêjayî balkişandinê ye ku hemî endamên Demokrat jibo dûrxistina McCarthy dengên xwe dan.

XS
SM
MD
LG