Ji pêşengên Komarîyên Civata Nûneran, Steve Scalise û Jim Jordan dîyar kirin ku ew dixwazin li şûna Kevin McCarthy yê ji posta seroktîya civatê hatiye gêr kirin kar bikin.
Steve Scalise li Civata Nûneran, Komarîyê numare 2 ye û Steve Scalise yek ji rexnegirên li pêş yên dijî Serok Joe Biden e.
Piranîya Civata Nûneran di destê Komarîyan de ye û dibe ku xêncî Scalise û McCarthy hin nûnerên din jî posta seroktîyê bixwazin.
Komarîyên ji civîneke taybet derketin jibo posta seroktîyê gotin ku navên Scalise û McCarthy li pêş in.
McCarthy do Sêşemê bi awayekî ji posta xwe hat gêr kirin.
Komarî dibêjin ku ewê dibêjin ewê berpirsê nû di 11’ê Cotmehê de hilbijêrin û çaverê ye rojekê pêş de ser berbijaran kom bibin.
Scalise ku bi penceşêrê re rûbirû maye ji demeke dirêj vir ve wek dewama McCarthy tê dîtin û ew ji wî konservatîf tê zanîn.
Jêder: Reuters