Senatorê Arîzona John McCain di kitêba xwe ya nû de Serok Donald Trump rexne kir.
McCain di kitêba xwe ya bi navê ‘’Pêla Ranaweste: Demên Baş, Dozên Mafdar, Têkoşînên Mezin û Nirxandinên Din’’ de dîyar kir ku Trump berevanîya nirxên Amerîka nake.
McCain di beşeke kitêbê de got ku ‘’Wisa xuya dike ku nîşandana tundbûnê yan jî kopyaya ‘realîty şov’ ya tundbûnê ji nirxên me girîntgir bûye’’
McCain, ku 6 car in ji Arîzona dibe senator, di sala 2008’an de berbijarê Partîya Komarî bû.
McCain jiber nexweşîya xwe ji Berfanbarê vir ve li Arîzona dimîne û yek caran nêrînên xwe yên ser mijarên neteweyî û navneteweyî belav dike.