Mezlum Ebdî Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD'ê û Mesûd Barzanî Serokê Partî Demokartî Kurdistan PDK'ê Îro Pêncşemê li Herêma Kurdistanê civîn ecnam da.
Hişyar Zêbarî siyasetvanê Kurd û yek ji serkirideyên PDK'ê îro Pêncşemê bi rêya platforma X'ê ragihand ku îro li Hewlêr Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Fermandarê HSD'ê Mezlum Ebdî civîn pêkanî.
Zêbarî di peyama X'ê de weha dibêje "Civîna îro ya li Hewlêrê di navbera Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê HSD'ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêkhat, û ev destkefteke girîng e ji bo bihêzkirina yekrêziya Kurdan û pêgeha serkirdeyên nû yên Sûriyê li Şamê ji bo veguhestineke siyasî ya aram. Spas ji bo hemû hevalbend û dostên me."
Dengê Amerîka derbarê hevdîtina îro ya li Hewlêr têkiliî bi nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwîş re danî, wî erê kir ku belê civîna pêkhatiye.
Derwîş got ku ew di wê bawerê de ne civîn bi serperiştiya şanda Amerîkî pêkhatrîye jiber ku ew gerantorên lihevhatina aliyên kurde li rojava.
Derwîş nexwest derbarê civînê behsa horgliyan bike, lê wî got ku ew bawer dikin pirsên weke yekkirina hêzan li rojava, dahat, Pêşmergê Roj, pirsên ewlekariya herêmî û çawaniya danûstandinan li gel Şamê mijarên civînê bûn.
Li aliyekê din îro berî civîn pêk were, nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê ragihandbû, ku di demek nêz de, Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî dê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel Mesûd Barzanî kom bibe.
Fethullah Huseynî Nûnerê Rêveberiyê ku ofîsa wan li bajarê Siolêmaniyê ye ji Dengê Amerîka re got: "Rast e ku civîneke di navbera General Mazlum Ebdî û Serokê PDKê Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistanê heye. Wê rewşa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û çawaniya bihêzkirina yekdengî û daxwazên kurdan li Sûriyê gotûbêj bikin. Jiber ku guhertîn û geşdanên bi lez û bez li derûdora Sûriyê hene, divê Kurd li ser vê yekê yek helwest bin."
Huseynî herwiha got, "Wek hûn jî dizanin PDK piştevaniya hinek hêzên Kurdistanî dike, wek Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS)e, pêwîstiya gelê me yê rojava bi yekîtiyê heye, lewma serdan normal e. Wek din têkiliyên HSDê bi PDK û Mesûd Barzanî re her hebûne û ti carî qut nebûne."
Nûnerê Rêveberiyê dem û cihê civînê eşkere nekir, lê tenê gotiye, dê "di demek nêzîk de" hevdîtin were kirin û tekez jî li ser wê yekê kir, ku nûnerên Amerîka û Fransa li Rojava hene ew jî givaştinê dikin û dixwazin kurd yek helwest bin."
Doh 15'ê Çile Al-Monitor ragihand, ku fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dê serdana Herêma Kurdistana Iraqê bike û ligel Mesûd Barzanî kom bibe.
Huseynî eşkere kir ku serdan dê li baregeha Barzanî ya li Pîrmamê were kirin û armanca serdanê jî gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û kurdan li wî welatî ye.
Dengê Amerîka ji bo pêzanînan ser dem, cih û armanca serdanê bizane, pêwendî bi baregeha Barzanî ve kir, lê peywendî berdest nebû.
Çavdêrekî siyasî yê Tirkiyê wê yekê weke metirsî li ser pêşketina peywendiyan û nêzîkbûna giştî bi giştî dibîne.
Çavdêrê siyasî yê pirsên Tirkiyê, Kemal Reûf derbarê wê serdanê ji Dengê Amerîka re got: "Divê Kurdên parçeyên din piştgirîya Kurdên Rojava bikin, nemaze di rewşa niha ya Sûrîyê de, civîna herdu aliyan pêngavek giringe bo derbaskirina qonaxa nakokiyan, wek dizanim ku deriyê Sêmalka li ser rojava hatbû girtin vê jî ziyanek mezin gihande rewşa ku li rojava heye."
Reûf got, "Lê Tirkiye hewl dide Kurdan parçe bike û nêzkbûna wan naxwazw, siyaseta parçekirin û serdestiyê li ser kurdan dimeşîne, mixabin hin alî ketine bin barê siyaseta Tirkiyê, lê eger Kurd yekgirtî bin û nekevin jêr zextên Trikiyê wî çaxî em tê wateya netewebûnek bihêz, jiber wê jî divê qonaxê de divê kurd bandora siyaseta Tirkiyê kêmtir bike û rê nedîn Trikiyê ku siyaseta xwe ya perçekirinê bi ser me de bisepîne."