Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka ragihand ku pevçûnên li Reqa gur dibin.
Fermandara HSD’ê Cîhan Şêx Ehmed ji AFP’ê re dîyar kir ku hêzên wan pirtirê nîvê Reqa ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitandine, lê pêşdeçûna din ava bajêr de giran bûye.
Cîhan Şêx Ehmed da zanîn ku kontrola 8 taxên li rojhilat û rojavayê Reqa di destê HSD’ê de ne û li 7 taxên din jî DAIŞ’ê bi awayekî tund bersîva êrîşan dide.
‘’Çekdarên DAIŞ’ê ji her çar hêlan ve hatine dorpêç kirin yan ewê radest bibin yan jî dê werin kuştin. Jiber vê bi tundî bersîva êrîşan didin’’ Cîhan Şêx Ehmed got.
Berdevka HSD’ê dîyar kir ku DAIŞ’ê li her alîyê Reqa mayîn çandine û drone û sekvanan bikar tînin.
Cîhan Şêx Ehmed herwiha da zanîn ku hin fermandarên DAIŞ’ê di tunelan re derdikevin û ji par re êrîşî şervanên HSD’ê dikin.
Berdevka HSD’ê bi berdewamî got ku ‘’ne tenê Reqa, em dixwazin sîvîlên ku li wir dijîn jî rizgar bikin û jiber vê jî operasyona hêdî hêdî pêşde diçe’’
HSD’ê di meha Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kiribû. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) 20-50 hezar sîvîl li Reqa asê mane.