Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May: Em Dikarin bo Brexitê Referandumeke Nû Çêkin


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kir ku dikare ser peymana veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) ‘’referandumeke nû’’ çêke.

May da zanîn ku di peymana Brexitê de, ku berê sê caran li parlamantoyê hatibû red kirin, hin guhertin çêbûne û ewê cara dawî wê peymanê derxe pêş parlamantoyê.

Wê di axaftina xwe ya li Londonê de got ku ger parlamanter piştgirîyê bidin Brexitê ewê bo referandumê dengdanekê li dar xe.

Di Brexitê de nû de, xalên ser mafên karkaran, polîtîkaya parastina hawîrdorê û bacstopa bo Îrlanda hatine guhertin.

XS
SM
MD
LG