Sîyasetvanê Amerîkî Matt Gaetz, ku serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump wek wezîrê dadê destnîşan kiribû, îro xwe ji berbijarîya wê postê vekişand.
“Min do bi Senatoran re hevdîtinên xweş pêk anîn. Ez jibo nêrînên wan yên hêja ji wan re spas dikim. û piştgirîya bêhempa ya gelek kesên din. Tevî ku momentum xurt bû, dîyar e ku berbijarîya min di vê qonaxa krîtîk de dibe rêgira xebatên tîma rêvebirîya Trump û Vance. Dema me tuneye ku em li ser şerekî pûç ya Washingtonê ya bê wate hinda bikin. Loma, ezê navê xwe ji berbijarkirina jibo posta wezîrîya dadê paşve bikşînim. Divê Wezîrê Dadê yê di roja 1 de li ser karê xwe amade be.”
Gaetz bi berdewam got ku ew bi xurtî pêgir dimîne ku Donald Trump wek serokê herî serfiraz yê dîroka Amerîka bibîne.
“Ezê hetahetayî spasdar bim ku Serok Trump ez jibo pêşengîya Wezareta Dadê destnîşan kirim û ez piştrast im ku ewê Amerîka Rizgar bike.