Wezîrê Berevanî Ash Carter îro Çarşemê ragihand ku hêzên taybet yên Amerîkî di nav çend hefteyan de li Îraqê bin.
Hêza taybet ya Amerîkî wê ji 200 leşkerên pispor pêk were û sîstema kontrolkirin û rêvebirinê yên DAIŞê bike armanc.
Berdevkê Têkîlîyên Derve yê Desteya Parastina Kantona Cizîrê Dr. Nasir Hecî Mensur vê plana Amerîka dinirxîne û agahîyan li ser rewşa Rojava dide.
Dr. Nasir dibêje, nêrîna Amerîka erênî ye, lê divê bilî hêza Kurdan ya leşkerî, divê Washington vîna sîyasî jî qebûl bike û li gor wê sîyaseta xwe dîyar bike.
Ew bal dikşîne ser herêma Efrînê ku di dema dawî de dibe armanca êrîşên Nusra û komên din yên tundrê.
"Nusra, Ehrar Şam, DAIŞ gî bi hevre, bi piştgirîya Tirkan êrîşî Efrînê dikin, lê Kurd li ber xwe didin. Divê raya giştî piştgirî bide Kurdan."