Karbidestên xwecihî li Australyayê dibêjin ku mêrekî roja Şemîyê bi kêrê êrîşî çend kesan li bazareke bajarê Sydney kir û di encamê de pênc kes hatin kuştin û çend jî birîndar ketin. Di nav birîndaran de zarokekî biçûk jî heye.
Piştî êrîşê, polîsan teqe li kesê êrîşkar kir û ew kuşt.
Anthony Cooke, Alîkarê Komîsarê Polîsê wîlayeta New South Wales, ji rojnamevanan re got ku neh kes rastî êrîşa bi kêrê ya li devera Bondi Junction ya rojhilatê Sydney hatin. Wî ti agahî derbarê rewşa çar kesên birîndar neda.
Cooke got ew bawer dike êrîşkar bi serê xwe ev kiryar pêk anî û niha êdî metirsîyeke berdewam tune ye. Wî herwiha da zanîn ku karbidestan nizanîbûn êrîşkar kî ye.
Cook got lêpirsîneke “dirêj û hûrbîn” derbarê êrîşa trajîk destpê kiriye.
Karbidestê polîs dîyar kir ku heta niha tiştek tune ye ku armanc yan îdyolojîya êrîşkar xuya bike. Dema jê hate pirsîn ka gelo teror armanca vê êrîşê be, Cooke got, “em tiştekî dûr naxînin.”
Jêder: AP