Piştî ku roja Îna borî bajarê Malmo yê li başûrê Swêd bo qada çalakiyên rastgirên tundrê û xwepêşandanên aligirên civaka Îslamî car din bala raya Swêdê û raya giştî kete ser bajêr.
Roja Înê hejmarek kesan ji civaka misliman li bajarê Malmo dest bi xwepêşandanê kirin li dij serederiya rastgirên radîkal yên ku weke dijî civaka misilmanan û dijî biyaniyan radiwestin li başûrê Swêd û bi hevkariya lîderê rastgir yê Denîmarkî Rasmus Paludan ku hat gotin daneyek pertûka pîroz "Quranê" şewitandine û herwiha ew pertûk xistine jêr piyan, weke di hin dîmenan da hat dîtin, lê nehat piştrast kirin kanê dîmenên şewitandina quranê nû ne yan kevin!
Piştî belvabûna nûçeya şewitandina quranê li bajarê Malmo ji aliyê hin rastgirên nijadpersit ve, grûpa mislimana ketin kolanan bi dar û keviran êrîş birin ser polîsan, herwiha çalakvanên misilman rê girtin û agir bi teker û lastîkên otombîlan xistin. Piştî polîs hatin, şer û pevçûn di navbera çalakvan û polîsan da derket û bû sedema birîndar bûna çend kesan û giritn û desteser kirina hejmarek xwepêşanderan.
Bûyer Çawan Pêkhat?
Lîderê rastgirê radîkal yê dijî civaka misliman û biyaniyan li Denîmark Rasmus Paludan liber bû li bajarê Malmo hefetya borî çalakiyekê encam bide û daneyên quranê bişewitîn in, lê polîs û desthilata Swêdî rê neda Paludan bihê nav axa Swêdê û çalakiyek weha encam bide. Swêd biryar da ku nehêle 2 salên din, Paludan bikeve di nav axa wê da.
Derbarê bûyera roja Înê û reaksyonên ji bûyerê peyda bûne Dengê Amerîka ligel Lêkolînvan Dr. Şaban Mizourî ji Stockholm û Rojnamevan Revend Şêxo li Malmo axivî.
Dr. Şaaban Mizourî got "Divê pêşî bihê zanîn ku hewildanên çalakiyê ne ji aliyê kesekî Swêdî ve hatbû kirin, ew ji aliyê kesekî Denîmarkî ku navê wî Rasmus Paludan e hatbû kirin, ew parêzerek 38 salî ye, kesek bi tundiyê tê naskirin, partek jî damezrandiye bi navê parta -Kursê Dijwar, Paludan di bûçûnên xwe da, gelek dijî biyaniya ne, gelek caran çalakî li herêmên penaber nişîn li Denîmarka jî lidar xistîne. "
Herwiha Rojnamevanê Swêdî-Kurd Revend Şêxo ji bajarê Malmo li ser bûyerê axivî û da zanîn ku ew dema amadekirina raportê li bajarê Malmo ye û piştî bûyerên roja Înê dawiya hefteyê rewş li bajêr arame û weke her rojeke dawiya hefteyê ye.
Rojnamevan Revend Şêxo, bal kişand ser hewildanên kesatiyê Denîmarkî yê tunedrê ku bibû sedema peydabûna aloziyan û got "Paludan kesek dijî Îslamê ye û xwedî bernamekê siyasî yê dijî misilmanan heye, plana wî hebû ku bi destûriya Swêdê û polîsan bihê Malmo çalakiya quran şewitandinê encam bide, lê polîsan destûrî nedayê û heta li ser sinor dema dixwest bihê Swêd ew li wir vegerandin."
Malmo Çima Dibe Bingeha Çalakiyên Tundrê?
Ne cara yekê ye li bajarê Malmo yê başûrê Swêd çalakiyên tundrê hem ji aliyê civaka penaber ya misliman û hem jî, ji aliyê rastgirên nijadperist yên Swêd û Denîmarkî ve pêk tên.
Malmo di salên dawiyê da bûye cihê duberî û pir caran jî şer û pêkdadan di navbera civakên misilman û penaber li aliyekî û tevgerên rastigir yên dije biyanî da li aliyê din pêk hatine.
Çima Malmo hertim çalakiyên weha lê rû didin, Lêkolînvan Dr. Şaban Mizourî dibêje"Malmo bajarekî nêzîkî Denîmark e, û daxbarin bi kesatiya Rasmus Paludan, û bandora wî ev 10 salin liser xelkê herêmê heye, herçende partiya wan ev 3 salin hatî ava kirin, lê pêşwext jî ew di çalak bûn, rastgirên Swêdî jî li wê herêmê zêdetirin."
Mizourî herwiha dide zanîn ku li herêma Başûrê Swêd tevgera dijî biyaniyan zêdetire ji bakur, herwiha bingehke herêmê ya dîrokî jî heye û hejmara penaberên biyanî zêdeye û bêkarî jî heye.
Derbarê heman pirsê rojnamevan Revend Şêxo dibêje"Li Malmo grûpek mezin ya civaka ji derveyî Ewrupa lê dijîn, problêmek wê ya betaliyê - bêkarîyê jî heye, rêjeya betaliyê bilind e, ev tişte problêmên civakî çê dike û ev jî dibe sedema çêbûna bingekê bû radîkaliyê, Paludan bi zanbûn Malmo hilbijart jiber ku ew dizane civakek mezin ya misilmanan li wê derê heye."