Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talebanî û Malikî dê di Postên Xwe da Bimînin.


Talebanî û Malikî dê di Postên Xwe da Bimînin.
Talebanî û Malikî dê di Postên Xwe da Bimînin.

Li bere parlemanê Îraqê roja Pêncşem kom bît bo pêkînana hikûmeta nû ya Îraqê li demê ku raport radigehînin ku serokwezîr Nûrî Al Malikî dê di posta xwe de bimînit piştî wergirtina piştevanîya hevrikê xwe yê serekî, hevaêbendîya Al Îraqîye ya bi piştevanîya Sunniyan.

Mezne karbidestên Îraqê direngî ya dûhî Çarşem got, piştî danûstandinên berfireh yên çend rojan, Al Îraqîye razî bû posta serokatîya Parlemanî wergirit. Li gora rêkeftina çaverêkirî, sîyasetvanê Kurd Celal Talebanî her li ser posta xwe dimînit wek serokê Îraqê.

Sîyasetvanên bi piştevanîya komelên sîyasîyên Sûnnî, Kurd û Şî’a, jiwana 30 ji hevbendîya Al Îraqîye diyar kirine ku ewê li rûniştina parlemanî ya roja Pêncşem piştevaniya birêz Malikî bikin û her wesa dê pişikdariyê di hikûmetê de bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG