Hikûmeta Îraqê dîyar kir ku jiber têkoşîna bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) re, li seranserê welêt gelek avahî hilweşîyane û bo jinûve avakirana wan û binesazîyê 88,2 mîlyar dolar pêwîst e.
Şîretvanê Wezareta Plansazî ya Îraqê Kuzey Abdulfettah li konferanseke li Kuweytê dîyar kir ku ew demûdest hewceyî 22 mîlyar dolar in, û piştre jî dê 65 mîlyar dolar pêwîst be.
Abduîfettah da zanîn ku bi taybetî avahî divê demûdest werin çêkirin.
DAIŞ'ê di sala 2014'an de Mûsil bi dest xwe xistibû û Artêşa Îraqê û hevalbendên wê li wir operasyonên mezin li dar xistibûn.
Artêşa Îraqê, bi piştgirîya koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka, Mûsil û hin bajarên din ji DAIŞ'ê sitandin.
Li gor Wezareta Plansazî ya Îraqê, tenê li herêma kevn ya Mûsilê 11500 mal hilweşîyane û 35000 mal jî zarar dîtine.