Parlementoya Tirkîyê wê di 1'ê Tîrmehê de têkeve betlaneyê û di 1'ê Cotmeha 2024’an de jî dê vebe.
Serokê parlementoyê Nûman Kurtulmuş partîyên ku grûpa wan di parlementoyê de hene li gel wan hevdîtin çêkirin û niha jî ew li bendêye ku ew partî berî 1'ê Cotmehê nêrînên xwe pêşêkêşî serokatîya meclîsê bikin.
Li ser guherandina destûra bingehîn gelek nîqaş him ji alîyê desthilatê û him jî ji alîyê opozîsyonê ve têne kirin.
Rexna herî dîtbar di nav civakê de ewe ku, tê gotin ku, ji bo destûra bingehîn pêwîste bi hemû cûreyên civakê re hevdîtin werin çêkirin.
Yildirim Kaya yek ji wan kesan e. Kaya demekê parlementeri û Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarê (CHP) kiribû û ana di nav rêveberîya CHP’ê de ye. Kaya guherandina makezagonê ji Dengê Amerîkayê re wiha dinîrxîne.
“Ana li hemberî me desthilatîya ku li ser kar e, bi xwe makezagona heyî nas nake û binpê dike. Pêwîstî bi makezagoneke nû heye, lê lazime ku ev hemû civakê hembêz bike. Heke di vî warî de nêrîna hemû civakê neyê girtin, pêkan nine makezagoneke ku ji alîyê hemû civakê ve were pejirandin derkeve.”
Di destpêka damezirandina Tirkîyê de heta niha 5 caran Destûra Bingehîn hatîye guhêrdandin. Di sala 1960’an de gava derba leşkerî hate çêkirin, destûra bingehîn ya heyî ji alîyê leşkeran ji holê hate rakirin û li şûna wê makezagona ku leşkera saz kir kete merîyetê. Piştî wî, di sala 1970’an û 1982’yan de ji alîyê leşkeran ve du carên din mekezagon hatin çêkirin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di salvegera derba leşkerî ya 27’ê Gulana 1960’an de makezagonên leşkerî rexne kir:
“Heke makezagonek bi civakê ve girêdayî be ewê hêza xwe jî ji civakê bigre. Makezagonên di sala 1921 û 1924 de derketin, ji alîyê gel ve hatin pejirandin. Mekezagonên leşkerî piştî sala 1960’an de destpêkir û heta niha hat. Ana pêdivî bi makezagoneke nû heye, em jî di nav vê hewldanê de ne.”
Kurd jî nûkirina makezagonê erênî dibînîn lê di vî warî de gumanên wan hehe.
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan di vî warî de nêrînên xwe ji Dengê Amerîkayê re wiha dîyar kirin:
“Makezagona heyî ji alîyê leşkeran ve hatîye derxistin û pêwîstî bi nûkirînê heye. Lê li vê derê ya girîng ewe ku di nav xeta demokratîk de pêk were. Heta niha Kurdan di makezagonên heyî de ji xwe re tiştek nedîtin. Makezagoneke ku mafê Kurdan nebîne bi ya min serkeftî nabe.”
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dijî guherandina makezagonê nîne.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partîyê hiqûqnas Ozturk Turkdogan li ser vê guherandinê ji Dengê Amerîkayê re wiha got:
“Em di nav parlementoyê de sêyemîn partîya mezin in. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş li gel me jî hevdîtin çêkir û li bendê ye ku em di vî warî de nêrînên xwe pêşkêş bikin. Emê vê yekê bi rêveberîya xwe re qise bikin û bersîvekê bidin. Daxwaza me di berê de heta niha jî ewe ku makezagoneke demokratîk pêk were.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku di Tîrmehê de parlementoya Tirkîyê tê girtin. Di mehên pêşîya me de partîyên ku grûpa wan li nav parlementoyê hene wê li ser makezagonê xebatên xwe bidomînin heta 1'ê Cotmeha 2024’an û wê nêrînên xwe pêşkêşî meclîsê bikin.
Di vê derê de daxwaza gelê Tirkîyê makezagoneke demokratîk, ya gelê Kurd jî daxwaza naskirina mafên Kurdan e.