Girtîya bi navê Makbule Ozer a 82 salî, ku ji sedî 53 astengber e, piştî cezayê xwe bidawî kir, îro Şemîyê serê sibê ji zîndana Wanê hat berdan.
Ozerê ku bi îdiaya “Alîkarîya PKK’ê kirîye” 2 sal û 6 meh cezayê zîndan hatibû ceza kirin û ew 254 rojan li zîndanê girtî ma. Piştî ku cezayê wê qedîya hat berdan.
Kurê Ozer’ê Medenî Ozer got ku ew li bendê bûn ku doh dayîka wan serbest were berdan, lê îro nişkêve hat berdan û ew jî matmayî man.
“Berya ku dayîka min were berdanê çî agahî nedan me, em li bendê bûn ku doh roja înê wê berdin lê bawerim jiber pîrozbahîyên 30 Tebaxê damezrandina komara Tirkîyê ew neberdan. Herwiha dibe ku nexwastin li ber derîyê zîndanê çî pêşwazî çêbibe. Serê sibê tenê hiştin ku otomobîlek wê ji ber derîyê zindanê wergire.”
Ozer herwiha got ku li derdorê zîndanê ewlehîyek pir zêde hatibû wergirtin û li ser zîndanê helikopter firandin.
Ozer dîyar kir ku dayîka wî gihiştîye mala xwe û saxlemîya wê niha baş û ew jiber berdana wê pir keyfxweşin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku zîndankirina Ozer’ê demek dirêj jiber temen û astengîyên xwe di rojeva Tirkîyê de bû. Di serî de Komela Mafên Mirovan (IHD), hejmarek sazîyên sîvîl û partîyên sîyasî, di çarçoveya mafên qanûnî de daxwaza berdana wê kiribûn.
Ozer’a ku di 9 Gulana 2022’an de hatibû girtin û bi bîryara Sazîya Bijîşkî ya Dadwerîya ya Stanbolê (ATK) ku wê dîyar kiribû ku ew “Nikare li zîndanê bimîne” û di 7 Îlona 2022’an de dabû berdan. Lê piştî wê bîryarê carek din ATK bîryara xwe guhart û got ku ew “Dikare li zîndanê bimîne”. Bi vê bîryarê Ozer carek din di 22ê Nîsana îsal de hate girtin.
Parêzerên wê parastibûn ku divê ew li gor qanûnan jiber temenê mezin û nexweşîyên giran li zîndanê nemînin. Lê tevî daxwaz û bertekên ragiştî, heya Ozerê cezayê xwe xilas nekir nehat berdan.